'Tirkiye ji bo êrişî Şengal û Dêrikê bike dîplomasî dimeşîne’

img
QAMİŞLO – Hevserokê Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omer, diyar kir ku Tirkiye ji bo êrişî Şengal û Dêrikê bike dîplomasî dimeşîne. 
 
Tirkiye, êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji xwe re weke gef dibîne didomîne û di nav hewldanên êrişeke nû ya li hemberî xeta Derik û Şengalê de ye. Tirkiye ku dixwaze herêma gotina mijarê ye bike bin kontrola xwe, ji bo vê mijarê hem bi hêzên herêmî re hem jî bi hêzên navneteweyî re dîplomasiyeke zêde dimeşîne.
 
AMADEKARIYÊN TIRKIYEYÊ
 
Piştî ku hat angaştkirin Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan çûye serdana Sûriyeyê û bi rayedarên rejîmê re hatiye gel hev, Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û Serfermandarê Artêşê Yaşar Guler çûn serdan Bexda û Hewlerê. Piştî van hevdîtinan gotinên Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan, ên mîna “Dibe ku em şevekê ji nişkeve bên” îhtîmala operasyoneke mezin zêdetir kir û nîşan da ku Tirkiye ji bo vê yekê amadekariyan dike. 
 
Hevserokê Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omer, plan û amadekariyên êrişa li hemberî herêmê nirxand û diyar kir ku Tirkiye amadekariya êrişeke nû dike. 
 
‘ERDOGAN DIXWAZE BIBE SILTANÊ NÛ YÊ OSMANIYAN’
 
Omer, diyar kir ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve bi êrişên Tirkiyeyê re rû bi rû ne û liv û tevgera ku di demên dawîn de li herêmê zêde bûye jî encama hewldanên Tirkiyeyê ne. Omer, da zanîn ku di çarçoveya planên “Mîsak-i Mîllî” de Tirkiye li hemberî herêmên wan amadekariyên êrişeke nû dike û wiha got: “Ev bi dagirkirina Efrînê dest pê kir. Piştre bi Serêkaniyê û Grê Spî dagir kirin. Xeyala wan kontrolkirina herêma ji Helebê heta Misûlê ye. Dîsa Kerkûk jî di nav vê planê de heye. Erdogan, dixwaze bibe siltanê nû yê Osmaniyan. Ne tenê li Sûriyeyê, li Lîbya, Behra Spî û Ermenistanê jî di nav planeke wiha de ye. Destê xwe dirêjî gelek cihan dike.” 
 
 
‘ERDOGAN FIRSEND BIBÎNE ŞER BIDE DESTPÊKIRIN’ 
 
Omer, bi lêv kir ku Erdogan hewl dide vê projeyê bi Birayên Misliman re bike meriyetê û ev tişt gotin: “Gefên Erdogan ciddî ne. Heke firsend bibîne dê li hemberî herêma ji Dêrikê heta Şengalê şer bide destpêkirin. Di vê rewşê de beşeke mezin a başûrê Kurdistanê dê bê dagirkirin. Em jî weke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariya vê rewşê dikin. Timik vebijarka me ya tekane berxwedan e. Em ê gel û vîna xwe li hemberî Tirkiyeyê biparêzin.”
 
HEVDÎTINÊN ŞAM Û BEXDAYÊ
 
Di berdewamê de Omer, bal kişand ser hevdîtinên Tirkiyeyê yên bi Şam û Bexdayê re û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Ev hevdîtin ji ber konsepta êrişê pêk tên. Tirkiye dixwaze roleke hilweşîner li herêmê bilîze. Hevdîtinên bi PDK’ê re yên li Hewlerê jî ji bo vê bi goşt û hestîbûna vê rolê hatin kirin. Bi vî awayî Tirkiye bi wateya herêmî û navneteweyî de hewl dide ku bingeha konsepta tunebûnê bike dewrê. Di vê mijarê de dixwaze hin kesan razî bike û derbeyeke mezin li kurdan bide. Bi ve armavê Hûlûsî Akar amadekarî dike bi Almanyayê re biçe ser mesê. Wê ev hevdîtin jî têkildarî geşedanên li herêmê be. Ji ber penaberan Almanya piştgirî dide Tirkiyeyê. Ji bo pêkanîna planên xwe yên li hemberî kurdan bi gelek aliyan re di nav têkiliyan de ne.”
 
MA / Nazim Daştan