Guzel avahiya li ser hemama dîrokî tê lêkirin bir rojeva meclisê

img
AMED – Parlamentera HDP’ê Semra Guzel, avahiya ku li navçeya Farqînê li ser hemama dîrokî ya ji dema Eyûbiyan maye tê lêkirin, bi rojeva meclisê û pirsa ku derbarê rayedarên destûr dane avahiyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin an na kir. 
 
Li navçeya Farqînê ya Amedê li ser hemama dîrokî ya ji dema Eyûbiyan maye avahiyek tê lêkirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, mijarê bir rojeva meclisê û bi daxwaza ku Wezîrê Çandê û Turîzmê Mehmet Nûrî Ersoy bibersivîne pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê. 
 
Guzel têkildarî mijarê ev pirs ji Wezîr Ersoy kirin: 
 
“* Agahiya we ji avahiya ku li navçeya Farqîn a Amedê li ser hemama dîrokê tê lêkirin heye?
 
* Destûra lêkirina avahiyê ji aliye kîjan rayedaran ve hatiye dayîn? Derbarê reyedarên ku destûr dane de dê lêpirsîn bê destpêkirin?
 
* Ji bo rawestandina avahiyê gaveke bê avêtin?