Ji HDP’ê serdana Serokê Meclîsê: Me jê xwest ku piştevaniya siyaseta demokratîk bike

img
ENQERE – Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Serokê Meclîsê Mustafa Şentop re civiyan. Sancar diyar kir k udi rojeva wan de siyaseta demokratîk heye û got: “Siyaseta demokratîk her ku zindî bimîne wê hêviya çareseriyê jî zindî be. Me ji Meclîsê jî xwest di vê çarçoveyê de hin bêtir rol bigire ser milê xwe.” 
 
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Cîgirê Serokê Meclîsê yê HDP’ê Nîmettûllah Erdogmûş bi Serokê Meclîsê Mustafa Şentop re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de HDP’ê derbarê bernameya xwe nû de agahî da. 
 
Civîn ango hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Piştî hevdîtinê Mîthat Sancar daxuyanî da û got: “Wek ku hûn dizanin îro hevdîtinên me yên li gel partiyên muxalefetê didin destpêkirin. Randevûya me ya ewilî îro ye. Hevseroka me Pervîn Bûldan û şandeya me biçe serdana Partiya Saadetê. Pişt re jî wê serdana CHP, Partiya Pêşerojê û Partiya DEVA bike. Ji bo ku em girîngî didin Meclîsê û siyaseta demokratîk me bernameya xwe nû bi Serokê Meclîsê re parve kir.” 
 
HÛRGULÎ DI 8’Ê SIBATÊ DE DÊ WERIN EŞKEREKIRINRIN 
 
Sancar anî ziman ku wan ji 1’ê sibatê ve dest bi bernameyek nû kiriye û ew ê di 8’ê sibatê de berfirehiya bernameya xwe bi raya giştî re parve bikin. 
 
DESTNÎŞANA SIYASETA DEMOKRATÎK 
 
Sancar destnîşan kir ku bernameya wan “demokrasî” ye û got: “Li Tirkiyê tavilê bi pêdivî bi demokratîkbûn û hiqûqa dewletê heye. Her roja ku em ji van dûr dibin, krîz kûr dibin, kêşe giran dibin û rageşî û dubendî zêde dibe. Em çareseriyê di demokrasî û pêkanîna hiqûqa dewletê de dibînin. Rêya van jî di siyaseta demokratîk de derbas dibe.
 
ME DAXWAZÊN XWE JI ŞENTOP RE GOTIN 
 
Rêbazên siyaseta demokratîk diyar in. Diyalog û muzakere ye. Fêmkirina ji hev meseleya lêgerîna xalên mutabakatê ye. “Siyaseta demokratîk her ku zindî bimîne wê hêviya çareseriyê jî zindî be û wê hev bi hêz bibe. Me van nêrînên xwe bi birêz Şentop re parve kir. Me ji Meclîsê jî xwest di vê çarçoveyê de hin bêtir rol bigire ser milê xwe. Bi taybetî me jê re diyar kir ku em dixwazin tengasî û kêşeyên têkildarî biryara DMME’yê ya derbarê Demîrtaş de derketine holê werin çareserkirin û me jê xwest di vê mijarê de înîsiyatîfê bigire ser milê xwe. Biryar zelal e, teqez e û divê were sepandin. Lê belê ev biryar îşaretê pêş dike. Biryara DMME’yê ya derbarê Demîrtaş de têkçûna qada darazê û mijara edaletê ya 5 salên dawî ya li Tirkiyê bi awayek fermî wek belge radixe ber çavan.”