Ji Olûç daxuyaniya destûra bingehîn a nû: Sicîla AKP’ê xerabûyî ye

img

ENQERE - Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, têkildarî daxuyaniya Serokkomar Erdogan a “destûra bingehîn a nû” xebatên sala 2011’an ên li Meclîsê hatibûn kirin bi bîr xist û wiha got: “Sicîla AKP’ê xerabûyî ye." 

 
Cîgirê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç, derbarê rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Olûç, diyar kir ku daneyên TUÎK’ê li ser daxwaziyê hatine amadekirin û dane çêker in.
 
Olûç, da zanîn ku daneyên li gorî xwestekê hatine amadekirin nîşan dide ku enflasyon bilind dibe û wiha got: “Dema em lê dinerin di tiştên malê de ji sedî 24, di gihandinê de ji sedî 21, di xwarinê de ji sedî 18 zêdetir bilindbûna enflasyonê heye. Daneyên TUÎK’ê rastiyê nîşan nadin. Em di welatekî ku nêzî 10 milyon kes bêkarin de dijîn û enflasyon jî her ku diçe bilind dibe. Em di welatekî ku mirovên bêdahat û di heman demê de bihabûna jiyanê lê zêde dibe dijîn. TURK-ÎŞ’ê daneyên meha çileyê yên xizanî û birçîtiyê eşkere kirin. Hat tespîtkirin ku ji bo sînorê xizaniyê yên malbateke 4 kes lê dijîn, lêçûna xwarinê ya mehê çileye 2 hezar 652 lîre ye. Sînorê xizaniyê jî weke 8 hezar û 638 lîre hat tespîtkirin. An ku di dîroka Tirkiyeyê ya nêz de tu serdemên ku destengan, kedkaran, karkeran, xizanan ewqas bi pirsgirêkan re rûbirû mane tune ye." 
 
POLÎTÎKAYÊN ABORIYÊ
 
Olûç, da zanîn ku zemên ku di rojên dawî de hatine kirin wê di rojên pêş de zêdetir bin û wiha axivî: “Em niha bi rewşeke xeternak re rûbirû ne û berpirsyarê vê rewşê jî Pergala Hikumetê ya Serokkomariyê, desthilata AKP’ê û MHP’ê ye, em vê bi awayekî vekirî dibînin. Daneyên we yên çêker ên enflasyonê nagirin. Bi politikaya aboriyê ya xelet, desthilat nikare pirsgirêkên karker, destang, teqawîd, jin û esnafan çareser bike. Bi gefan ev kar nabe.”
 
PROTESTOYÊN ‘QEYÛMÊ REKTOR’
 
Olûç, derbarê protestokirina tayînkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP’î de wiha got: “Xwendekar çi dixwazin? Dibejin 'bila rektor neye tayînkirin'. Li pêş ku kesên li zanîngehê rektorî hilbijêrin tu asteng tune ye. Ji bo ku xwendekar dibêjin bila 'paydarên wî hilbijêrin' bi êrişên polîsan, lêdan û binçavkirinan re rûbirû dimînin. Berxwedana xwendekaran rewa û demokratîk e. Wezîrê Karên Navxweyî û desthilat dixwazê vê îllegalîze bike. Lê hûn nikarin vê îllegalîze bikin. Xwendekar û hîndekar dibêjin ‘Em rektorê qeyûm û tayînkirî naxwazin'. Ji vê rewatir û xwezayîtir şermezarkirineke demokratîk dibe gelo?”
 
BANGA ÎSTÎFAKIRINA BÛLÛ
 
Olûç, xwest ku Bûlû îstîfa bike û wiha berdewam kir: “Kesê ku Bogazîçî anîye asta nerêveberinê, qeyûmê rektor ê li wî koltûxî bi israr rûdinê ye. Paydarên zanîngehê dikarin rektorê ku wan bi rê ve bibe hilbijêrin. Lê Wezîrê Karên Navxweyî dibêje ku 'ma dibê hilbijartinên rektoriyê demokratîk bin?' Li pirsê binêrin. Dema we hevokeke wiha bikar anî, tiştên pişt re werin dê wiha bin; divê hilbijartinên herêmî, destûra bingehîn, hilbijartinên giştî demokratîk bin? Ji ber ku vî welatî bi tayînkirina qeyûman bi rêve dibin van gotinan dibêjin.”
 
GIRTINA AKDAG
 
Olûç, bertek nîşanî êrişên li ser ciwanan da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilat ciwanên ku îtaetî wan bikin dixwaze. Ciwanên ku wan rexne bikin û mafên xwe yên demokratîk bikar bînin naxwazin. Îro endama Meclîsa Ciwanan û endama MYK’a me Sevîm Akdag hat girtin. Destên xwe ji ser ciwanan bikişînin.”
 
2 JIN HATIN REVANDIN
 
Olûç, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Du hevalên me di 2’yê sibatê de di saet 15.00’an de li Enqereyê dema ji metroya Bahçelîevlerê peya bûn, ji aliyê kesên ku nasnameya polîsan nîşanî wan dan ve li Transportereke reş hatin siwarkirin û revandin. Dema hatin revandin qîr kirin lê kesên weke polîsan xwe dan nasîn gotin ‘ev terorîst in, em polîs in biryara wan a binçavkirinê heye’ Di binçavan de ev kes krîmînalîze kirin û gefên sixûrtiyê li wan xwarin. Ev hevalên me cihên ku veguhestina komelî lê nîne hatin berdan û xeberên zayendperest ji wan re hatin gotin. Ev tişt bi serê du hevalên me yên jin ên ciwan hatin. Van kesan ji Gokhan Guneş re gotibûn ‘em kesên nayên dîtinin’ Em ji Wezîrê Karên Navxweyî dipirsin ev kesên nayên dîtin kî ne? Ev çeteyên dibêjin nayên dîtin di bin kontrola we de ne, an ya îstîxbaratê de ne? Ev kî ne? Fermanan ji kê digirin, girêdayî kê ne, çawa birêxistin dibin? Hûn kiryarên nediyar ên salên 90’î tînin bîra me.”
 
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Olûç, bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ket roja 69’an û wiha domand: “Daxwaza girtiyên ku ketine çalakiya greva birçîbûnê pêkanîna hiqûqê ye. Ya ewil bê hiqûqî, îşkence û mûameleya nebaş a li ser wan bê dawîkirin. Ya duyemîn jî bi dawî kirina tecrîda mutleq e. An ku Abdulah Ocalan û girtiyên din ji vê hiqûqê sûdê bigirin. Em bang li Wezîrê Dadê dikin, van bê hiqûqiyan bi dawî bikin. Binerin ji bo çûna Îmraliyê gelek care serlêdan t3en kirin lê tu bersiv ji van serlêdanan re nayê dayîn. Çend roj berê CPT hat Tirkiyeyê. Çu li girtîgehan nêrî, nêrîn û pêşniyarên xwe ji hikumetê re parve kirin. Di raporên wê yên berê de jî daxwazên wê yên sepandina hiqûqê hebûn. Ji van bangan re çavê xwe û guhê xwe negirin.”
 
NIQAŞÊN DESTÛRA BINGEHÎN
 
Olûç, qala niqaşên “destûra bingehîn a nû” ku Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan anî rojevê kir û wiha got: “Bi salane em dibêjin divê destûra bingehîn a 12’ê Îlona 1980’ê bê guhertin. Destûra bingehîn a 12’ê Îlonê astengdar e, destpotîk e û ruhê darbeyê pê re heye. Gelek caran ji desthilatê re hatiye gotin ku ev destûra bingehîn ji binî de bê rakirin. Lê çi ecêbe ku tu encam nehatine bi destxistin. Herî dawî di xebatên sala 2011’an da li Meclîsê hatin kirin de tu encam bi dest nehatin xistin. Belê rast e destûreke bingehîn a demokratik û sivîl ji bo her kesê li Tirkiyeyê dijîn pêdiviyek sereke ye. Lê mixabin sicîla AKP’ê di vê mijarê de xerabûyî ye." 
 
 ‘DIVÊ EWIL RÊ BÊ PAQIJKIRIN’
 
Olûç, diyar kir ku destûreke bingehîn a nû bi tevlîbûna hemû partiyên siyasî, saziyên civakî û welatiyan dikare bê çêkirin û got: “Pêwîstî bi destûreke bingehîn a ku civakê û demokrasiyê bi hêz bike, heye. Ez dixwazim tiştekî bînim bîra we. Deshilat, destûra bingehîn ku em rexne dikin jî pêk nayne. Li gorî destûra bingehîn biryarên DMME divê werin bicîh anîn lê hêj biryara DMME'yê ya Demîrtaş de nehatiye bicîhanîn. Divê ewil gotinên desthilatê yên li dijî HDP’ê bên guhertin. Ewilî pêwistî bi paqijkirina rê, gotin û hişmendiyan heye.”
 
'TIŞTEK NE DI XEMA SOYLÛ DE YE' 
 
Olûç, derbarê gotina Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ya “Darbeya 15’ê Tîrmehê FETO nekir” de wiha got: “Gotineke wiha di Lijneya Giştî ya Meclîsê de ji aliyê parlementerek partiyên muxalefetê ve bihata kirin, wê bi awayekî siyasî bihatibûya lînçkirin. Wezîrê Karên Navxweyî biryarên DMME’yê nas nake, dibêje ne di xema min de ye. Kesekî ku mêjiyê wî ewqas tevlîhev be dikare bêje 15’ê Tîrmehê FETO nekiriye. Divê mirov li paşêroja wî jî binêre.”