HDP’ê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin: Ji bo me edaleta rastî lazim e

img

ENQERE – HDP’ê starta kampanya “Destpêkê Edalet” li Enqereyê da. HDP’ê kampanya xwe bi van gotinan ragihand: “Ji me re ne bi gotinan, ne bi qencî, edaleta rastî lazim e.” 

HDP’ê bernameya têkoşîna serdema nû bi kampanya “Destpêkê Edalet” li otelek Enqereyê da destpêkirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, nûnerên rêxistinên civakî û demokratîk ên sivîl û gelek kesayetên tên nasîn beşdarî bernameyê bûn. 
 
Navê hin kesayetên beşdar bûne wiha ne: Ahmet Turk, Alî Haydar Konca, Celal Dogan, Atîlla Kart, Behçet Yildirim, Fîkret Başkaya, Hamît Geylanî, Huseyin Aykol, Kerem Alliparmak, Levent Kanat, Mustafa Avci, Nurettîn Sonmez, Sevîlay Çelenk, Sirri Sakik.
 
Bernameyê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsiyar Salîm Kaplan û Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) HDP’ê Îlknûr Bîrol axaftinên destpêkê kirin. 
 
Kaplan û Bîrol bi van gotinan kampanyayê dan ragihandin: “Ji me re ne bi gotinan, ne bi qencî, edaleta rastî lazim e.” 
 
NIVÎSKAR, REWŞENBÎR Û SIYASETMEDARAN PEYAM ŞANDIN 
 
Peyamên bi vîdeoyê ji aliyê nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedaran ve bo bernameyê hatin şandin bi sînevzizyonê hatin nîşandan. Hevberdevkê HDK’ê yê berê Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû, Wezîrê berê Ziya Halîs, siyasetmedar û nivîskarê kurd Tarik Ziya Ekîncî, nivîskar Dogû Ergîl, siyasetmedar Nesrîn Nas, Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu di vîdeoyên şandin de peyamên girîng ji bo têkoşîna azadî, edalet, aştî û demokrasiyê dan. 
 
PEYAMÊN DEMÎRTAŞ Û YUKSEKDAG HATIN XWENDIN 
 
Peyamên Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag yên niha girtî ne jî ku ji bo bernameyê şandin hatin xwendin û di peyamên xwe de behsa edaletê kirin û xwestin destpêkê de edalet pêk were. 
 
DÎB: BI HÊVIYA EM BI HEV RE TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN 
 
Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) jî payem şand bernameya HDP’ê û peyama bi hêviya hemû bi hev re têkoşînê mezin bikin dan. DÎB’ê destnîşan kir ku daxuyaniyên reformê û destûra bingehîn a nû ji bo wan tiştek tune ye. DÎB xwest bi milyonan kes ji bo edalet û wekheviyê, azadiyê, demokrasiyê û aştiyê werin kêleka hev û ev kampanya HDP’ê ji bo edaletê destpêkek e. DÎB’ê her wiha di peyama xwe ji bo HDP’ê û di xebatên wan de serkeftin daxwaz kir.