CHP: Îqtîdar dîsa li Torosên Spî xwedî derdikeve

img
ENQERE - Wekilê Serokê Koma CHP'ê Ozgur Ozel, mijara kesên xwe wekî polîsan didin naskirin û li kolanan mirovan direvînin anî rojeva meclîsê û got: "Îqtîdar li Torosên Spî xwedî derkieve û li dijî vê yekê lêpirsinek çalak nade meşandin. 
 
Wekîlê Serokê Koma CHP'ê Ozgur Ozel, têkildarî revandina 3 xwendekarên zanîngehê yên ji aliyê kesên wekî polîsan xwe dan naskirin ve hatin revandin anî rojeva meclîbê. Ozgur Ozel, pirsname da meclîsê û anî ziman ku li meha çile de li Stenbolê Gokhan Guneş hat revandin û niha jî li Enqereyê 3 xwendekarên zanîngehê ji aliyê kesên ku xwe wekî polîs dane naskirin ve hatin revandin û got: "Em dibînin ku li dijî vê yekê lêpirsînek çalak nayê meşandin. Divê meclîs vê yekê lêkolîn bike. Li Tirkiyeyê piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'ê u salên 1990’î ku mirov dihatin revandin û windakirin em dîsa rastî vê rêbazê tên. Di dîrok nêzîk a Tirkiyeyê de gelek mînakên binçavkirin, girtin, îşkence û kuştina di bin çavan de hene. 
 
Di 20'ê Çile de li Stenbolê Gokhan Guneş hat revandin û piştî windakirina 6 rojan hat dîtin. Dîsa di 18'ê Sibatê de li Enqereyê xwendekarên zanîngehê Berke Aydugan, Ugurcan Înal û Sena B., ji aliyê kesên xwe wekî polîsan ve dan naskirin hatin revandin. Ugurcan li Pursaklar, Ali li Golbaşî û Sena  jî li Sincanê hat berdan. Ev rêbaz tarza mafya ye. 
 
ÎQTÎDAR LI TOROZÊN SPÎ XWEDÎ DERDIKEVE
 
Ozel, anî ziman ku îqtîdar li dijî van yekan lêpirsînek çalak nade destpêkirin û bi daxuyanî û helwesta xwe li Torosên Spî xwedî derkeve. Di meha dawî de li Stenbol û Enqereyê li nava kolanê kesên xwe wekî polîs dan naskirin mirov revandin. Bi îşkenceyê re rû bi rû man û hatin berdan. Têkildarî vê yekê lêpirsînek çalak nehat kirin."