Bûldan: HDP destkeftiyan têkoşîna jinan e.

img

ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûrdan, diyar kir ku HDP destkeftiyan têkoşîna jinan e û ev tişt got: “Çi dikin bila bila bikin wê ne karibin jinan ne jî karibin HDP’ê bidine sekinandin. Wê hem jin hem jî HDP desthilata wan bihejînin, plan û hesabên wan xera bikin."

 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûrdan, di komcivîna koma jinan a partiya xwe ya meclisê de axivî. Li eywana civînê de dovîzên “Ne edalet zilam, ji bo jinan edaleta rasteqîn” , “Jin Jiyan Azadî” , “Serhildana me ji bo azadiya me ye” , “Ji bo jinên girtî edlaet” hatin daleqandin. Endamên Komeleya Jinan a Rosayê, Dayikên Aştiyê, Hevseroka Partiya Şoreşger Elîf Torûn jî di nav de gelek jin tevlî civînê bûn. Beriya axaftina Bûldan, têkoşîn û berxwedana jinan û dîroka 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi sînevîzyonek hatin nîşandin.  
 
‘PIŞGIRÎ NEDAN JINAN’
 
Piştre Bûldan dest bi axaftina xwe kir û di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û siyasetmedar û aktîvîstên jin ên girtî, jinên rojavayî, Dayîkên Aştiyê Şemiyê silav kir. Bûldan, diyar kir ku di 8’ê Adarê de qadan bi rengê jinan xemilandine û wiha got: “Ji ber ku li her dera dinyayê mirovên herî xîzan jin in, pêvajoya pandemiyê herî zêde bandor li jinan kir. Di qedexeyên derketina derve de barê karên nav malê, mêzandina zarok, extiyar û astengan ketiye ser milê jinan. Di Pêvajoya pandemiyê de desthilatê tu alîkarî neda jinan.”
 
HDP DENGÊ JINAN E
 
Axaftina Bûldan, bi awayekî kurt wiha ye:
 
“Ji bo berdewam desthilata xwe ya zilam jinan bêtir ber bi xizaniyê ve defandin. Halbukî dinya li ser ked jinên ava bûye. Jiyan bi jinê heye, bi jinê mezin dibe û bi pêş dikeve. Em jî bi têkoşîna xwe mafê jinê diparêzin û biparêzin. HDP dengê jinan e. Em bi hemû prensîb, ked û rêxistinbûna xwe li vî welatî ji bo desthilata jinan hene. Em ê di aboriyê de saltanata rantê û diziye bi dawî bikin. Em ê edalet ji bo jinan pêk bînin. Li her qada jiyanê em bibêjin ji bo jinan edalet.
 
POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ JINÊN KURD
 
Li bajarên herêmê sûcên ku bi destê hêzên ewlehiyê pêk tên zêde dibin. Em dizanin ku biryarên nepeniyê yên li ser sûcên ku bi destê hêzên ewlehiyê pêk tên ne tesadufî ne. Ev encama polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Çawa ku tundiya li dijî jinan polîtîk e, tundiya ku bi destên fermî li dijî jinên kurd pêk tê jî weke polîtîkayeke taybet tê meşandin. Bila desthilata neyara kurdan baş bizanibe ku jinên kurd jî polîtîk , zana û bi rêxistinkirî ne. Wê sûcên we di tariyê de nemînin em jin em ê destûr nedin vê.
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ 
 
Dîsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehan derketine asteke cidî. Bi hinceta pandemiyê şertên înfazê hatine girankirin. Li Îmraliyê, tecrîd hatiye bûye pergaleke daîmî. Bi daxwaza bidawîbûna van pêkanînan girtî 103 roj in di grevê de ne. Bawerî bi tu gotin û planên ku desthilata bêhiqûqiya tecrîdê, îşkenceya lêgerîna tazî û neheqiyan didomîne, nemaye. Roja ku Erdogan plana mafê mirovan aşkera kir, dayikên 80 salî yên kurd ku ji bo aramiya miriyên xwe têdikoşiyan hatin girtin. Ne em ne jî dîrok wê vê desthilata ku ji dayikan ditirse ji bîr nekin. Ji vir bang dikim ku wan dayikan berdin û dawî li vê zilmê bînin. Sûcê wan dayikan daxwaza aştî, edaletê û ketine pey heqîqetê ye. 
 
DESTÛRA BINGEHÎN LI SER ZIMANÊ WAN E FEZLEKE JÎ DI DETÊ WAN DE YE
 
Mafê mirovan, reforma hiqûqê, destura bingehîn û edalet li ser zimanê wan e û lê di destê wan de jî kelemçe, çoyê polisan, fezleke û bêadaletî heye. Em jin dibêjin ku wê tu zextên desthilata we ya zilam me têk nebe û me ji rêya me neke. Em ê qezenç bikin û bi serkevin. Em jin em ê desthilata we ya zilmê bi dawî bikin. Ji bo ku pergala hevserokatiyê ya me li dijî tekperestiyê bi pêş xist ji holê rakin serî li her cura bêhiqûqiyê dan. Ji bo têkbirina nûnertiya jinan xebitîn. Ji bo vê jî li şaredariyên me bi sedan saziyên ku li dijî tundiya jinê têdikoşiyan girtin. Armanca wan diyar e, teşvîqkirina tundiyê ye. Xizmeta li dijî tundiyê bi kurdî nadin. Lê tu saziyeke dewletê xizmeta bi kurdî nadin. Ji bo ku jinên kurd li dijî tundiya li hemberî xwe bêparastin bimînin tişta ji destê wan tê dikin.
 
EM Ê DESTHILATA WAN BIHEJÎNIN
 
Li vir careke din bang li hemû jinên li meclisê dikim ku em têkoşîneke hevpar bidin. Werin em meclisê ji meclisa zilaman derxin, bikin meclisa jinan û ji tundiyê bigire heta xizaniya jinan hemû pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin. Wekheviya zayendî ya civakî li her qada jiyanê pêk bînin. Bangî hemû jinan dikim ku em têkoşîna jinan li HDP’ê bînin gel hev û bikin ye. Wê ev ji bo dethilata dijminê jinan bersiva herî xurt be. HDP destkeftiyan têkoşîna jinan e. Çi dikin bila bila bikin wê ne karibin jinan ne jî karibin HDP’ê bidine sekinandin. Wê hem jin hem jî HDP desthilata wan bihejînin, plan û hesabên wan xera bikin. Jin bi HDP’ê re tên birêvebirina vî welatî.”