Hevserokê KCD’ê Ozturk: Navê vê erdnîgariyê Kurdistan e

img
ENQERE – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ku ji ber daxuyaniyên wî yên têkildarî nexşeya Kurdistanê derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin ev tişt got: “Ji gotinên me û heqîqetê ditirsin. Ji ber ku ditirsin darazê weke dar û amûr bi kar tînin.”
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, Di 14’ê adarê de derbarê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk de lêpirsîn da destpêkirin. Lêpirsîn ji ber daxuyaniyên Ozturk ên têkildarî pula bi nexşeya Kurdistanê ku dema ku serdana Papa ya Herêma Kurdistanê hatibû amadekirin bi angaşta “propagandaya rêxistinê” hat destpêkirin.  
 
Ozturk, têkildarî lêpirsîna ku derbarê wî de hatiye destpêkirin de axivî û diyar kir ku pûla ku ji bo serdana Papa hatiye amadekirin û remza erdnîgariya Kurdistan û Mezopotamyayê ye û wiha got: “Neyartiya wan a îro ya li bakur, başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê li dijî gelê kurd e. Li dijî nirxên gelê kurd û erdnîgariya ku li ser dijîn neyartiyê dikin.”
 
‘HEQÎQETA 5 HEZAR SALAN’ 
 
Di berdewamê de Ozturk, da zanîn ku lêpirsînên li dijî wan tên destpêkirin bûne karekî rûtîn û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Her gotin û axaftina me dibe sedema lêpirsînê. Sedema vê lêpirsîna bi lez û bez jî anîna ziman a heqîqet û rastiyê ye. Nexşeya ku li ser pûlê hatiye dayîn heqîqetek nîşan dide. 5 hezar sal in kurd li ser vê erdngîgariyê dijîn û navê vê erdnîgariyê Kurdistan e. Armanca bingehîn nîşandina neyartiya li dijî kurdan û xaka wan e. Wê piştî lêpirsînê fezleke jî amade bikin û bişînin meclisê. Weke HDP û KCD çi tişta em tînin ziman dibe fezleke. Ev jî nîşan dide ku em li cihekî rast in. Ne ji bo ku xweşa hinekan here em daxwazên gelekî tînin ziman. Zext çiqas zêde dibin bila bibin wê HDP dev ji prensîb û sekna xwe bernede.”
 
‘JI HEQÎQETÊ DITIRSIN’
 
Di dawiya axaftina xwe de Ozturk bal kişand ser zextên li dijî HDP’ê û ev tişt anîn ziman: “Li gel girtin û binçavkirinan jî HDP gotina xwe dibêje. Tiştên ku hin derdor naynin ziman HDP di şertên zor de tîne ziman. Ji ber ku ev li xweşa desthilata faşîst naçe her gotina me dibe sedam lêpirsînê. Em dubare nîşan didin ku em çiqas girêdayî prensîban e. Ji gotinên me û heqîqetê ditirsin. Ji ber ku ditirsin darazê weke dar û amûr bi kar tînin. Lê em dibînin ku 6 sal in encam ji vê nagirin. Berovajiyê vê têkçûna xwe lezgîntir dikin.” 
 
MA / Zemo Aggoz