Sarisaç: Gel carek din azadiyê ragihand

img
WAN - Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisac anî ziman ku li gel ewqas qedexe û zextan jî bi milyonan kes Newroz pîroz kir û got: “Em spasiya gelê xwe dikin. Kurdan carek din tevî hemû zextan jî azadiyê ragihand.” 
 
Li Wanê li ser fermana Walîtiyê ji 21’ê mijdara 2016’an vir ve her cûre çalakî û şahî li Wanê qedexe ye. Hezar û 583 roj in li Wanê her cûre çalakî û şahî ji HDP’ê re qedexe ye û tenê destûra bernameyên AKP’ê û saziyên nêzî wê tê dayîn. Bi fermana walîtiyê destûr nayê dayîn ku HDP û parlamenterê wê li ber avahiya xwe daxuyanî jî bidin. Her wiha destûr nayê dayîn ku parlamenterên HDP’ê li derve bersiva pirsên rojnamegeran jî were dayîn. Li ser arestekirina polîsan hin malbatan dixwazin li ber avahiya HDP’a Wanê bicih bikin û mîna Amedê bikin. 
 
Tevî hemû zext, astengî û zextan jî di 21’ê Adarê de bi sed hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li ber Keleha Wanê bû û carek din vê yekê nîşan da ku polîtîkaya zextan encam nade û gel dixwaze daxwazên xwe li meydanan bîne ziman. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç Cejna Newrozê ya tevî hemû zextan hat pîrozkirin jî ji ajansa me re nirxand. 
 
‘GEL NÎŞAN DA KU DEWLET NIKARE ENCAMÊ BIGIRE’ 
 
Sarisaç diyar kir ku sepandina qedexekirina çalakî û şahiyan a li Wanê xwe dispêre polîtîkayên înkar û asîmilasyonê ya li ser kurdan û vê yekê wek polîtîkayên AKP’ê nûjenkirî yên faşîzmê pênase kir. 
 
Sarisaç anî ziman ku dewlet dixwaze bi vê zîhniyeta qedexekirî kurdan û HDP’ê biqedîne lê tevî van hemû zextan jî dewlet dike û nake encamê nagire. Sarisaç destnîşan kir ku AKP dixwaze bi van qedexeyan îqtidara xwe biparêze û lê wê nikaribe HDP’ê di avahiyan de tengav bike. 
 
LI QADÊN NEWROZÊ PEYAMÊN PIR EŞKERE HATIN DAYÎN 
 
Sarisaç destnîşan kir ku tevî hemû zext û qedexeyan jî gel di pîrozbahiyên Newrozê de bi sekn, dil û wêrekiya xwe qadan tije kir û peyamên girîng da û wiha got: “Gel li qadên Newrozê bersiva parastina rûmet, nirx, nasname û hebûna xwe da. Peyamên yekîtiyê pir eşkere derketin holê. Li qadan tenê peyam ne ji bo AKP’ê hat dayîn. Ji bo yekîtiya çar parçeyan jî peyam hatin dayîn. Gel pir eşkere destnîşan kir ku Ocalan rêberê wan e û peyamên rakirina tecrîdê û azadiya wî dan. Gel di daxwazên xwe de anî ziman ku ew ê qet dest ji daxwaza azadî, aştî û demokrasiyê bernedin. Ev cejna Newrozê bû cejna azadiyê. Newroz li dijî zilmê roja serî rakirin û berxwedan û anîna azadiyê ye. Atmosfera pîrozbahiyên îsal azadiyê nîşan da. Her kesî pir eşkere îradeya xwe ya siyasî nîşan da. Gel carek din got kes nikare dest bide îradeya me ya siyasî. Ji ber beşdariya pîrozbahiya Newrozê em di serî de spasiya gelê Wanê û tevahiya gelê kurd û dostên xwe dikin. Em ê her têbikoşin ku layîqî gelê xwe bimînin.” 
 
MA / Mujdat Can