Encamnameya 'Hevditina Heq, Edalet û Wîcdan': Ji bo edaletê têkoşîna hevpar

img

ENQERE - Rêxistina HDP'ê, piştî bi zanyaran re civîn li dar xist, encamnameya "Hevditina Heq, Edalet û Wîcdan" bi raya giştî re parvekir. HDP'ê di encamnameyê de destnîşan kir ku ji bo “edaletê” pêdivî bi têkoşînek hevpar re heye û bang li her kesî kir ku tev li vê têkoşîna hevpar bibin. 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi Komîsyona Bawerî û gelan re bi alim û zanyaran re di çarçoveya "Hevdîtina Heq, Edalet û Wîcdan" de hatin cem hev. Piştî civînê û niqaşan encamnameya "Hevdîtina Heq, Edalet û Wîcdan bi raya giştî re parve kir. Rêxistina HDP'ê di encamnameyê de anî ziman ku ji çar aliyê welat zêdeyî sed zanyar, alim û oldar beşdarî civînê bûn û wiha got: "Di civînê de têkiliya ol û dewletê, têkiliya ol û siyasetê, têkiliya ol û îqtîdarê hat niqaşkirin. Di niqaşan de hat aşkerekirin ku îqtîdar ol ji bo pêşeroja xwe dike amûr û li ser îslama demokratîk tundiyê rewa dike. Di civînê de cewherê Îslamê yê di çarçoveya heq, wîcdan û edaletê de jî hat niqaşkirin. Dîsa rola aliman a ji bo edalet û aştiyê jî hat destgirtin. 
 
HDP'ê di encamnameyê de wiha anî ziman: "Xwedê teala di hadiseya xwe de wiha gotiye: Ey ebdno! Min di nefsa xwe de zulm heram kiriye. Em zulm di nava we de jî heram kiriye. Madem wilo ye li hev zulmê nekin." Bi vê yekê bi baybetî bal kişandiye ser zilma îqtîdarê ya li dijî gelan. Di ol de divê mirov sinc û wîcdanê xwe li dijî zulmê xurt bike. Divê li dijî serdestan bibe alîgirê bindestan." 
 
Di encamnameyê de ev tespît hatin kirin: 
 
“* Muslimantî bi dewleta Emeviyan re bû olê dewletê. Gelek îqtîdaran bi sedan salan ol xistin xizmeta xwe û kirin amûrê berjewendiyên xwe. Ol ferdam dide mirovan ku li dijî zulmê derkeve û heq, edalet û wîcdan biparêze. Divê olê îslanê nebe amûrê îqtîdarê. Divê her kes vê yekê bi dengê herî bilind bînin ziman. Divê her kes li dijî zaliman li cem malzûlan cihê xwe bigire. 
 
* Li gorî Kur’an-î Kerîm edalet cewherê Îslamê ye. Pivan û pişteka edaletê jî heqîqet e. Mirov tenê dikare bi edalet û aştiyê bigêje ewlehiyê. Edalet ewe ku divê heq bide kesên heq. Divê hurmetê nîşanî mafên mirovan bide. Li ser vê erdnîgariyê her roj bê edaletî pêş dikeve. Serdestî pêş dikeve. Azadiya ziman, nasname, çand û baweriya me di bin êrîşan û dorpêçê de ye. Gelê me nikare bi zimanê xwe xizmeta baweriyê bike. Em bi bê edaletiyê re rû bi rû ne. Dive ol û rêxistinên olî nekin amûr. Rêveberiya ku cewherê îslamê berovajî dike, hemû civakê bê edaletiyê ferz dike." 
 
* Siyasîkirina ol û serdestiya îqtîdarê yali ser bawerî û ol, tarza Muaviye pêş xistiye. Îro rewşa ol ya li hemberî îqtîdarê xeta Muaviyeyê ye. Ji bo berjewendiyên xwe Kur’an-î Kerim jî li qadên hilbijartinê dike amûra siyasetê. Divê hemû oldar li dijî vê yekê têbikoşe. 
 
* Ji ber îqtîdar baweriyê û ol ji cewherê wê dûr dixe, bi taybetî bertekên ciwanan ên li dijî baweriyê zêde dibe û ciwan ji baweriya xwe dûr dikevin. Piraniya ciwanan bawer dikin ku ol bûye amûra îqtidarê. 
 
* Dîroka îslamê û dîroka têkoşîna edalet, heq û wîcdan nikare ji hev cuda bê destgirtin. Bi taybetî li ser erdnîgariya Îslamê, mêtîngerî, bê edaletî û her cureyê hovîtiyê pêş dikeve. Li dijî zarok û jinan zulm heye. Tu kes nikare sûc bavê ser milê kesên hemberî xwe. Divê kes ji vê berpirsiyariyê nereve. 
 
* Mirovahî di dîrokê de her dem li edaletê geriya ye. Di cewherê hemû olan de armanc dikin ku li dijî zordarên mutekebbir têbikoşin û dawî zulma wan bînin. Lê mixabin di nava demê de ev ol xestine xizmeta qesrên xwe. Edalet ewil di dilê mirov de pêş dikeve. Wekî sinc. 
 
DAXWAZA EDALETÊ 
 
* Êdî înkar û îmha li her derê belav bûye. Kesên duh mazlum bûn îro bûne fîravun. Li girtîgehan li ser bedenên tazî yên mirovan siyaset û polîtikayê dikin. Lêgerîna tazî dikin. Xwe ji Peymana Stenbolê ya ji bo mafê jinan biparêze hatibû îmzekirin paşve vedikişînin. Peyama Kur’an-i Kerim gerdûnî ye. Divê bê cudakarî nêzî mirovan bibin û her kes muxatab bê girtin. 
 
* Edalet ji bo her kesî lazim e. Ji bo hemû gel û baweriyên li ser vê axê dijîn edalet pêwist e. Ji bo maf û wekheviya jinan edalet. Ji bo ciwanên bê pêşeroj hatine hiştin edalet. Ji bo axa em pêlê dikin, hewa em pê nefesê distînin, ava em vedixwin edalet. Ji bo mafên mirovan edalet. Ji bo kesên xizan û pirçî edalet. 
 
* Ji bo HDP'ê ya dixwazin wê bigirin edalet. Ji bo Omer Faruk Gergerlîoglu  yê neheq wekîltiya wî xistin û binçav kirin edalet. 
 
* Ji bo maf û hiqûqa kesên bindestan bê parastin, divê Tirk, Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Laz, Çerkes, Pomak; Ezidî, Musliman, Sunnî, Alevî, Xristiyan, Cuhî hemû kesên li ser vê axê dijîn bi hevre têkokoşîna edaletê pêş bixin."