Civîna Meclîsa HDP’ê: Li dijî girtinê dê nexşerê bê diyarkirin

img

ENQERE - Hevserokê Giştî Mîthat Sancar di civîna Meclîsa HDP’ê de axivî û got: “Emê li dijî hewldanên girtina partiya xwe, nexşerêyekê diyar bikin. Bi hêza ku me ji qadên Newrozê girt, em ê heya dawiyê HDP’ê biparêzin.” 

 
Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo ku xeta têkoşînê û nexşerêya xwe ya dema nû diyar bike, li otelekê Enqerê civiya. Civîn dibin serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar de, hat lidarxistin û gelek parlamenter beşdar bûn. Hevserokê Giştî Sancar berî civînê daxuyanî da û wiha axivî: “Meraq dikin ku emê di vê civînê de çi biaxivin, bila meraq bikin. Em ê rojeva xwe nîqaş bikin. Em ê rojeva doza girtinê ya ferzî me tê kirin, daxistina parlamenterên xwe û operasyonên siyasî û hwd. nîqaş bikin. Rojeva me ya esasî jî, rojeva gelê me ye. Ev rojev me li qadên Newrozê, li Artvîn, Hopa û tevahiya welat bi gel re parve kir.
 
PEYAMA NEWROZÊ 
 
Sancar, anî ziman ku peyama li qadên Newrozê hat dayîn, pir zelal bûn û wiha got: “Li vî welatî, mirov azdiyê û wekheviyê dixwazin û xwedî vîna xwe derdikevin. Bi milyonan kesên li qadên Newrozê kom bûn, bi awayekê pir xurt û bihêz, bersiv dan rojevên li ser gel tên ferzkirin. Ev peyam dan, ‘Em xwedî vîna xwe derdikevin û azadiya xwe diparêzin.’ Belê ev peyam, di vê demê de, hêzek pir mezin da me. Ev piştgirek pir mezin bû. Desthilatdarî têk diçe û her ku têk diçe, derfetên di destên xwe de dike dewrê. Bi polîsên xwe, daraza xwe û nelirêtiyên xwe, dixwaze ku hêzên demokratîk teslîm bigire. Bawer dikin ku dê wisan desthilatdariya xwe dewam bikin. Êdî tiştekê ku bidin vî gelî tuneye. Ew bi xwe jî di ferqa vê yekê de ne.”
 
TÊKOŞÎAN BÊ NAVBER
 
Sancar, bal kişand ser plan û danazên desthilatdarî li du hev aşkere dike û wiha pê de çû: “Dibin navê Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan de, belgeyek aşkere kirin. Dîsa planeke çalakiya aboriyê aşkere kirin. Di rastiyê de, wateya van hemûyan, îtîrafa têkçûyîna xwe ye. Di warê mafê mirovan de tiştek nema ku ne anîn serê mirovan. Îro jî radibin behsa mafê mirovan dikin. Behsa mafên ku pêdiviya wan bi xwe pê heye dikin. Ji ber vê tekane rêya qezenckirina mafan di têkoşîn re derbas dibe.”
 
HDP NE AVAHIYEKE
 
Sandar, hewldanên girtina HDP’ê jî bibîr xist û wiha dewam kir: “Hewldana girtina HDP’ê beyhude ye. Ji ber ku HDP ne avahiyeke. HDP fikir û ramanek bi hêze. HDP pêşeroja vî welatiye. Ji ber vê yekê HDP nayê girtin. Emê li dijî hemû rîşan HDP’ê biparêzin. Teqez em ê HDP’ê bidin jiyîn. Bila her kes baş zanibe û li gorî vê yekê hesabên xwe bikin. Ji ber ku HDP gele. Wê berxwedan û biryardariya me ji bo wan bibe dert.
 
NEXŞE RÊ
 
Di vê rêyê de berpirsiyariyên girîng dikevin ser milê me hemûyan. Meclîsa Partiya me, di ferqa vê berpirsiyartiya xwe deye. Em îro hemû derfet û îhtîmalên heyîn nîqaş bikin. Dûre jî emê nexşerêya xwe diyar bikin. Rêya me rêya demokrasî, azadî, nan, kar, wekhevî û aştiyê ye. Îro gelek derfet di destên me de hene. Piştî ku me nexşerêya xwe diyar kir, emê bi gelên xwe re bên cem hev. Di heftiya pêş me de emê li Mêrdînê civîna xwe ya herêmê çêbikin. Em ê hemû pêkhatiyan guhdar bikin û li gorî wê biçin encamekê.”