Gunay: AYM’ê îdianameyê pûç kir

img
ENQERE - Berdevak HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku biryara AYM’ê ji qaydeyê wêdetir reda “esasî” ye û biryara nirxandinê ye û bi biryarê îdianameye hatiye pûçkirin. 
 
Berdevak Partiya Demokraîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. 
 
Gunay derbarê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku têkildarî îdianameya hewldana girtina HDP’ê de da axivî. Gunay diyar kir ku da zanîn ku AYM’ê îdianame ji aliyê qaydeyî ve lêkolîn kiriye û paş de vegerandiye û got: “AYM’ê van eletewşiyên derbarê partiya me de tenê ji aliyê şiklî ve nedît, di heman demê de got bêdelîl, bêbingeh û xwe naspêre heqîqetêkê. Ji niha ve teza serdozgeriyê pûç bûye. Tu eleqeya vê îdianameyê bi rastiyê re nîne. Metnek pir bêcidî ye. Ev metn li miduriyetên polîsan jî wisa nayên amadekirin. Bi vekirina doza girtina HDP’ê xwestin sekna muxalîf a HDP’ê bikin armanc. Bi vê biryara AYM’ê re tolhildana siyasî ya li dijî HDP’ê hat deşîfrekirin. Tevî hemû zext û zordestiyan jî HDP meşa pê bawer didomîne û ji ber bi têkoşîna HDP’ê nikarin dixwazin bi zilmê û îdianameyên wiha bêbingeh HDP’ê bigirin. Lê wê têkoşîna me bidome. Biryara AYM’ê ji qaydeyê wêdetir reda ‘esasî’ ye û biryara nirxandinê ye û bi vê biryarê îdianameyê pûç derxist. Çimkî ji serî heta binî îdia gişt derew in. Çi dibe bila bibe wê têkoşîna me berdewam bike. Ev gefa li dijî HDP’ê di heman demê de li dijî hemû partiyên din ên muxalefetê ye. Biryara AYM’ê girîng e lê divê neyê leyîstikan û biryarê li ser bingeha hiqûq û yasayê bide.”