Sancar: Îqtidar bi keysperestî û hîlebaziyê gefa darbeyê hildiberîne

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku îqtidar wek keysperestî û hilebaz nêzî belavoka amîralên teqewît bûnedibe û dixwaze gefa darbeyê jê hilberîne û got: “Ji bo rizgariya ji her cûre darbeyan tenê çareyek heye, ew jî demorkasiya hêzdar û edaleta rastî ye.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe de mijarên di rojevê de nirxand. 
 
Sancar destnîşan kir ku wan di stratejiya xwe ya hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de nîşanî dinya alemê dane ku îqtidarê têk birine û ew civînên xwe yên şêwrê li gel rûspî, rêxistinên civakî, xelkê, kedkar, xwendekar û jinan didomînin û meşa xwe ya ber bi demokrasî, azadî, aştî û edaletê ve berdewam dikin. 
 
GEL RÊBAZA TÊKOŞÎNÊ NÎŞAN DIDE 
 
Sancar anî ziman ku wê civînên wan ên bi gel re bidomin û bi milyonan kes li qadên Newrozê têkoşîna wê li dijî zilm, zext û zordestiyê were dayîn nîşanî wan daye û îqtidar ji hêza heyî ya HDP’ê ditirse. Sancar got her ku ew dibêjin îqtidar ditirse û bi hêrs dibe û bi ser HDP’ê de tê û ew çi dikin bila bikin dê HDP rêya xwe berdewam bike. Sancar diyar kir ku her roja ku diçe ew bi îqtidarek ku krîzan hildiberîne re rûbirû ne û bêedaletiyê xistiye dewrê û dubendî dixe nava civakê. 
 
DIXWAZIN HDP’Ê LI DERVEYÎ HEVSENGIYÊ BIHÊLIN  
 
Sancar da zanîn ku ji ber ku HDP, îqtidarê têk dibe her tim dibin hedef û dixwazin ku HDP’ê li derveyî hevsengiyê bihêlin û ew ê di hilbijartin û ne di hilbijartinan de jî nîşanî îqtidarê bidin ku çawa partiyek kîlîtê ne. 
 
HDP NAVNÎŞANA WÊREKIYÊ YE 
 
Sancar anî ziman ku îqtidar ji bêkarî û feqîriyê re li çareyê nagere û dixwaze welat bi operasyonên ewlekarî, sepanên polîsan û operasyonên darazî birêve bibe. Sancar got heta ku li dijî îqtidarê hêzên wêrek hebin wê ev îqtidar bitirse û ne mimkin e bi ser bikeve. Sancar da zanîn ku ji ber vê tirsa îqtidarê jî HDP remzeya wê wêrekiyê ye û HDP navnîşana wêrekiyê ye. Sancar got lewma îqtidar bi ser partiya wan ve diçe û dixwazin bi rêya darazê civakê û muxalefetê dîzayn bikin. 
 
WEKÎLÊ GEL E 
 
Sancar bal kişand ser girtina parlamenterê wan Omer Farûk Gergerlîoglû û got wekîlê wan Omer Farûk wekîlê gel e û wîjdanê civakê ye. Sancar anî ziman ku Gergerlîoglû heta dawî serî netewand û wê ji niha şûn ve netewîne û ew navê HDP’ê yê ku rûmetê li diparêz e û serî natewîne. 
 
WÊ RE NEDIN FAŞÎZMÊ 
 
Sancar destnîşan kir ku îqtidar û şirîkê xwe bi rêya darazê ango Dadgeha Destûra Bingehîn dixwazin pir eşkere gefa li HDP’ê bixwin, jixwe îqtidar tam jî dixwaze welat bîne vê merhaleyê lê ew ê têkoşîna gelan rê nede vê faşîzmê. Sancar got çimkî HDP bi biryardar û meşa wê bi wêrek e û lewma wê îqtidar li hember wan qet serkeftî nebe. 
 
JIN HER DIMEŞIN 
 
Sancar anî ziman ku gel bêçare nîne û nemehkûmî îqtidarê ye û ew li her qadê têkoşîna ji bo demokrasî, azadî, ked û nan mezin dikin. Sancar diyar kir ku Meclîsa Jinan a partiya wan jî têkildarî feqîriyê kampanya daye destpêkirin û jin her ku dimeşin îqtidar ditirse û îqtidar dixwaze bi zextan têkoşîna jinan bêdeng bike. 
 
RIZGARÎ DI TÊKOŞÎNA HEVPAR DE YE 
 
Sancar destnîşan kir ku îqtidar di her qadê de pilanên têkbirinê xistiye dewrê û li her qadê krîz kûrtir dibe û li dijî vê yekê jî rizgarî di têkoşînek hevpar de ye. Sancar anî ziman ku navê vê nifşê nifşa “Kurşat” e û ji bo feqîran bêdeng bike çi ji destê îqtidarê tê dike. 
 
PARTIYA TÊKOŞÎNÊ NE 
 
Sancar anî ziman ku heke li welatekî îqtidarek li wî welatî dixwaze azadiyê ji holê rake helbet di armanca wan de parêzvanên azadiyê hene û bêyî ew ê serê xwe bitewînin wê li dijî pergala zilmê têkoşîna xwe bidomînin û ew partiya têkoşînê ne û teqez wê bi ser bikevin. 
 
PANDEMÎ
 
Sancar bal kişand ser şert û mercên pandemiyê jî û got îqtidar dixwaze hemû fatûreyên xwe yên neyînî ji xelkê bibire û tenduristiya xelkê ne di xema civakê de ye. 
 
PEYMANA STENBOLÊ 
 
Sancar diyar kir ku vê îqtidarê jixwe Destûra Bingehîn li Tirkiyê rakiriye refê û dixwaze welat bê destûra bingehîn birêve bibe. Sancar bal kişand ser betalkirina Peymana Stenbolê jî û got wê jin dest ji maf û azadî û destkeftiyên xwe bernedin û wê têkoşîna wan a li dijî vê biryarê jî bidome. Sancar got hêza herî xurt a muxalefetê jî jin in. Sancar anî ziman ku îqtidar ji niha ve fêm kiriye ku winda kiriye û êdî tu polîtîkayek jidil wê nîşanî xelkê bidin û xelk ji wan bawer bike nemaye. 
 
BELAVOKÊ DIKIN KEYSPERESTΠ
 
Sancar destnîşan kir ku ev îqtîdar ne hêzek xwedî çareseriyÂe ye û wiha got: “Ev îqtîdar jêdera pirsgirêkan e. Navenda hilberandina krîzê ye. Tiştek di destê wan de nemaye, rabûne dest bi siyaesta mexdûriyetê kirine. Îqtidar wek her demê ku dike dîsa dixwaze bi hîlebaziyan keysa xwe li hin tiştan bîne. Belavokek ku amîralên teqewît belav kirin heye. Îqtidar wek her demê dîsa rabû bi keysperestî û hîlebaziya siyasî ji vê belavokê gefa darbeyê hilberîne û ketiye pey endîşeya ku wê çawa vê belavokê bikar bîne ye. Dîsa wek her dem ketiye pey ku xwe reben nîşan bide. 19 sal in li ser îqtidarê ne û 19 sal in jî mexdûr in. Heke bi rastî jî dixwazin ji mexdûriyetê rizgar bibin, bila dest ji îqtidarê berdin. Çimkî her ku li ser îqtidarê bin xwe mexdûr nîşan didin. Her tim jî li pey keysperestiyê û hîlebaziyê ne.” 
 
‘DERMANÊ DARBEYAN DEMOKRASIYA HÊZDAR E’ 
 
Sancar destnîşan kir ku darbeyan rûxandin û hilweşandinên mezin li vî welatî pêk anîne û ew xwedî wê kevneşopiyê ne ku li dijî darbeyan têkoşiyan e û ew carek din bi bîr dixin ku navnîşana çareseriya hemû pirsgirêkan demokrasî ye. Sancar got ew ê ê destûr nedin ku partiya wan li derveyî siyasetê bihêlin. Sancar da zanîn ku tişta herî pêdivî pê heye bloka demokrasiya berfireh e û got: “Ji bo ku ji her cûre nîqaşên darbeyê were rizgarkirin; tekane çare heye ew jî demokrasiya hêzdar û edaleta rasteqîn e. Dema em vê ava bikin kes nikare zemîna darbeyê hazir bike. Hewl bidin jî wê bi ser nekevin. Vaye sekna rasteqîn a HDP’ê ev e. Sekna demokrasiya rasteqîn e. Tû gef û êriş û zext nikarin bi HDP’ê paşde gav bidin avêtin.”