Ozturk: Li şûna HDP’ê Zindana Îmraliyê bigirin

img

MÊRSÎN - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Li şûna hûn HDP’ê digirin, Zindana Îmraliyê bigirin.” 

 
Li Mêrsînê serdanên şandeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma “Li dijî faşîzmê em xwe bi rêxistin dikin” berdewam kir. Şandeya ji Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz pêk dihat li navçeya Tarûsê bi serdana malbatan dest bi bernameya îro kirin. Şande pişt re li Nûnertiya HDP’ê ya Barbarosê bi gel re civiya. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan û rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan jî beşdarî civîna bi xelkê re bûn. 
 
‘LI ŞÛNA HDP’Ê ÎMRALIYÊ BIGIRIN’ 
 
Di civîna li derve de pêk hat Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û bal kişand tecrîdkirina li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û zextên li ser HDP’ê. Ozturk bal kişand ser polîtîkayê zext û tundiyê yên li ser HDP’ê û got: “6 sal in li dijî HDP’ê polîtîkayên zordestiyê tên birêvebirin. Heke kîjan partîbûya bi ewqas zextan re rûbirû bima niha toza wê partiyê nemabû. Tişta ku tenê HDP’ê li ser pêya digire îradeya gel e. Li şûna hûn HDP’ê digirin, Zindana Îmraliyê bigirin.”
 
EV PERGAL KURDAN DIHESIBÎNE’ 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî di civînê de axivî û destnîşan kir ku divê li dijî rejîma “yek zilam” a AKP-MHP’ê hin bêtir rêxistinbûyîn çê bibe û got: “Ev pergal kurdan tune dihesibîne. Lê belê li vî welatî 25 milyon kurd hene. Bi hezarê salan e li ser vê axê dijîn. Em dixwazin bi ziman û çanda xwe bi awayek azad li ser vê axê bijîn. Lê vê daxwaza me qebûl nakin. Em ê bi têkoşîna xwe mafên xwe bistînin. Tirkiye ne di xema AKP-MHP’ê de ye. Ji bo xwe li ser pêya bigirin êrişî rêxistinên demokratîk, gelan û kurdan dikin.” 
 
‘EM JI BO HER TIŞTÎ AMADE NE’ 
 
Aydenîz di dewama axaftina xwe de Peyama Lozanê ya kurdan dabeşî çar parçeyan kir bi bîr xist û got: “Di Lozanê de kurdan hesab nekirin. Lê belê îro êdî neçarin kurdan hesab bikin.” Aydenîz anî ziman ku HDP li ser fikriyata xeta sêyemîn siyaseta Tirkiyê diyar dike û wiha got: “Ji ber vê fikrê êrişî me dikin. Tu tiştek di destê îqtidarê de namey. Ew nikarin HDP’ê bigirin. Heke ew bigirin jî li ser maseyê vebijêrkên me hene. Em bê alternatîf nîn in. Em ji bo her tiştî amade ne.” 
 
Aydenîz bal kişand ser têkoşîna jinan û got ji bo civakê bênefes bihêlin dixwazin bi operasyonan pêşengên civakê jinan bêdeng bikin û civakek bêjin û nû dîzayn bikin. 
 
Şande bi serdanên malbatan hevdîtinên xwe berdewam dike.