Ozsoy: Hêzên navnetewî ji bo Efrînê dualî dileyîzin

img

ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku hemû hêzên navnetewî di mijara Efrînê de “dualî tevdigerin” û got: “Welatên Ewropa di êrîşên Efrînê de ‘ji firsatê sûdê werdigirin’ û dixwazin têkiliyên xwe baş bikin. Dîsa jî yên diyarker hêz û berxwedana kurda ye.” 

Berpirsyarê Karê Derve yê HDP’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy êrîşên li ser Efrînê li qada navnetewî çawa deng veda ye nirxand. Ozsoy ev demek e li Ewropa hevdîtina dike. Ozsoy behsa hevdîtinên li wir kir û got: “Di rûniştinên Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê de ji bilî azeriyan, tu kesî destek neda tezên Tirkiyeyê û kesî wan neparast. Bi awayekî xûrt hatin rexnekirin. Operasyona Efrînê hem di qada navnatewî de hiqûq binpê kiriye, hem jî ne rewa ye. Rexneyên ku ev êrîş şer kûr dike û pêvajoyên aştiyê asteng dike hatin kirin.” 
 
‘HELWESTA LI DIJÎ TIRKIYEYÊ ZÊDE DIBE’ 
 
Ozsoy diyar kir ku destekek cidî ya qada navnetewî, medya, STK û parlamentoyan ji bo vê hemleyê tune ye û wiha got: “Dema mijar dibe hikumet xetereyên mîna bêtir polîtîka reel û jeopolitik derdikeve pêş. Li nav civînên dewletan de daxwazên ku bila demil dest êrîş bên rawestandin hene. Her roj hin bêtir mirov îtîrazên xwe bilind dikin. Çapemenî dinivîsîne bi taybetî têkildarî kuştina sivîlan. Der barê vê yekê de raya giştî ava dibe. Ji parlamentoya jî deng hêdî hêdî derdikeve. Betalkirina tankên Almanya jî mijara gotinê ye.” 
 
‘BERXWEDANA KURDAN WÊ HER TIŞTÎ DIYAR BIKE’ 
 
Ozsoy destnîşan kir ku li gel hemû bêdengiya navnetewî, tevgerkirina “dualî” ya hêzên navnetewî û planên Rûsya û Tirkiyeyê ya li ser Efrînê jî ya herî girîng ên diyarker hêz û nîşandana berxwedana kurda ye. Ozsoy got: “Dema Kobanê tê bîra me hemûyan. Rewş cuda bû. Lê cîhan heta kêliya dawî jî hemûyan hovîtiya wir di weşanên zindî de temaşe dikirin. Lê di nokteyê de li dijî vê set hat dayîn. Wê tiştek wiha bibe an, bazariya vê yekê tê birêvebirin.” 
 
‘DIXWAZIN KURDAN DORPÊÇ BIKIN’ 
 
Ozsoy da zanîn ku hesabên êrîşên li ser kurdan dikin û dixwazin kurdan bi du aliyan dorpêç bikin. Ozsoy got ku bazariya dê penaberan li wir kom bikin tên kirin. Ozsoy diyar kir ku welatên Yekîtiya Ewropayê dixwazin têkilî û rewşê veguherînin firsatê û got: “Difikirin ku ji têkiliyên Tirkiyeyê û YE rehetiyek derbikeve. Bêdengiya li Ewropayê hemû li pêş xistina têkiliyên sûdwergirtina ji firsatê ye. Hin welatên Ewropa û Tirkiyeyê heta duh bi hev re pev diçûn, lê niha li hember van êrîşan bêdeng in. Li gel ku hin welat aciz in jî lê di pratîkê de gavek navêjin.” 
 
‘EFRÎNÊ DÎNAMÎT XIST BIN SOÇIYÊ’ 
 
Ozsoy bal kişand ser hevdîtinên ji wek Soçî yên ji bo Sûriyeyê û got: “Êrîşên li dijî Efrînê dînamît xist binê hemû pêvajoyên lêgerînên çareseriya ji bo Sûriyê yanî Astana, Soçî û Cenevreyê. Lê wê fatûreya vî karî ji bo Tirkiyeyê giran be.”