Sancar karkerên kaxizên avêtinê ziyaret kir

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, karkerên kaxizên avêtinê ziyaret kir û guhdarî pirsgirêkên wan kir. Sancar di serdana xwe de, bal kişand ser rewşa karkeran û wiha got: “Tekane rê, di têkoşîn û berxwedanê re derbas dibe. Ji bilî vê tu reyek din tuneye. Divê pergala zilmê bê guhertin.”  

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, karkerên kaxizên avêtinê yên li Taxa Turkozu ya girêdayî navçeya Mamakê ya Enqerê dixebitîn ziyaret kir. Sancar ê ku parlamenterên partiyê jî pê re tevgeriyan, di serdana xwe de Cejna Karkeran 1’ê Gulanê li karkerên dixebitîn pîroz kir û dûre guhdarî pirsgirêkên wan kir. 
 
Karkerên pirsgirêkên xwe ji Sancar re vegotin, wiha tengezariya xwe anîn ziman: “Bi salane em dixebitin. Bi taybetî di pandemiyê de, em rastî zor û zehmetiyên mezin hatin. Dewletê qet alîkariya me nekir. Ji bo mirovên ku yek kilo avêtî kom nekirine alîkarî dan wan, lê dema dûr hat me jî, bi cezayan qezenca di destê me de jî me girtin. Em di pandemiyê de pir hatin mexdûrkirin. Êdî em alîkariyê jî naxwazin, bes bila têkilî karê me bibin.”
 
SANCAR: JI KARKERAN DITIRSIN
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar ê guhdarî karkeran jî, da xuya kirin li Tirkiyeyê karker û kedkar rastî zilmek mezin tên.
 
Sancar, bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî karkeran û wiha got: “Ev desthilatdarî, bê navbera alîkariya alîgerên xwe dike. Tekane rê, di têkoşîn û berxwedanê re derbas dibe. Ji bilî vê tu reyek din tuneye. Divê pergala zilmê bê guhertin.”  
 
Sancar û endamên partiyê yên pê re, piştî sohbete xatirê xwe ji karkeran xwestin û ji gel karkeran çûn.