Berdevka HDP’ê Gunay: 7’ê Hezîranê serkeftina milyonan e

img
ENQERE – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, di navbera civîna MYK’ê ya partiya xwe de axivî û ji bo salvegera hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê ev tişt got: “Serkeftina siyaseta li dijî feraseta tekparêz e. Serkeftina milyonên ku dibêjin siyaset û jiyaneke din pekan e." Gunay, bersiv da Akşener jî û got ku pêwistiya HDP’ê bi aqlê wê tune ye. 
 
7’Ê HEZÎRANÊ
 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, di navbera civîna Lijneya Rêveberiya Giştî (MYK) ya partiya xwe de civîneke çapameniyê li dar xist û derbarê mijarên di rojevê de axivî. Gunay, di destpêka axaftina xwe de ji ber salvegera wê derbarê hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê de nirxandin kir û ev tişt got: “Îro 7’ê Hezîranê ye û salvegera serkeftina milyonên ku bi salan nasname, hebûn û daxwazên wan hatine înkarkirin e. 7’ê Hezîranê serkeftina siyaseta li dijî feraseta tekparêz û milyonên ku dibêjin siyaset û jiyaneke din pekan e.”
 
TÊKOIŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Gunay, bi bîr xist ku piştî serkeftina HDP’ê ya 7’ê Hezîranê AKP’ê welat ber bi şer ve defandiye û bi van gotinan bal kişand ser polîtîkayên şer û tecrîdê yên desthilata AKP’ê: “Em careke din destnîşan dikin ku polîtîkayên neçareserkirinê yên Pirsgirêka Kurd û tecrîda li Îmraliyê tênheman wateyê. Polîtîkayên şer û ewlehiyê tecrîdê xwedî dikin. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê divê tecrîda rabe. Rexmî zext û zordariyê jî lêgerîna gelên Tirkiyeyê ya azadî û jiyana demokratîk bilind dibe. Em tev bi hev re tugle vekişînin û vê pergala tarî biguherînin. Wê HDP’ê têkoşîna xwe mezin bike û bigihîne serkeftinê. Heke em hêzên xwe bikin yek wê derfetên me mezintir bibin.”
 
BERSIVA AKŞENER
 
Di berdewama axaftina xwe de Gunay bersiva daxuyaniyên Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ên derbarê HDP’ê de jî da û ev tişt got: “Bûn şahidê hevsengiya ku HDP di siyaseta Tirkiyeyê de ava dike. Bi bername, şert û rêziknameya HDP’ê dizanin. Rexmî ku ev tê zanîn jî serokeke partiya muxalefetê radibe aqil dide HDP’ê ku namzet derbixe. Destpêkê pêwîstiya me bi aqilê we tuneye. HDP ne ew partî ye ku hêza wê weke agirê kayê gur bibe û piştre vemire. Koka HDP’ê nagihîje sêgoşeya mafya,dewlet-siyasetê.”
 
GELÊ TIRKIYEYÊ NE MECBÛRÎ WE YE
 
Gunay, destnîşan kir ku HDP tifaqa rêya sêyemîn û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “HDP bi piştgiriya gel, kes û pêkhateyên ku li ser wan ava bûye navenda muxalefetê ye. Ev kevneşopî û aqilê stratejik, dikare namzetekî ku civakê diparêze û gel baweriya xwe pê tîne derbixe. Ev gel ne mecbûrî we û tifaqa we ye. Heta ku HDP li vî welatî hebe ne pekane ku faşizm û zihniyeta ku înkar û pişaftinê qebûl kiriye bigihîje armanca xwe. Gelên Tirkiyeyê ne mecbûrî we ne.”