Bûldan: Bila hikûmet encama doza girtinê bihesibîne

img

ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku bila hikûmet encama doza girtinê bihesbîne ne HDP û wiha axivî: “Daraza ku nikare li dijî rêxistinên sûc derbikeve, ji nû ve darbarê HDP’ê de doza girtinê vekir û ji bo pergala mafyayê bûye mertal.”

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di civîna koma partiya xwe de axivî. Bûldan, rojevên doza girtina li dijî HDP’ê, têkililiyên dewlet-mafya – siyasetê û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin.
 
Bûldan, a derbarê têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê yên bi îtîrafên rêveberê rêxistina sûc a girêdayî dewletê Sedat Peker cardin hat rojevê de axivî, wiha got: “Îro Tirkiye bi pergaleke ku dirize û dide rizandin re rû bi rû ye. Yên fermanê didin, yên sûc dikin û tetîkêş diyarin. Lê li holê berpirsiyar tuneye. Hemû ji berpirsiyariyê direvin. Em jî dibêjin, ger bîra dewletê hebe, bîra  gelan jî heye. Bîra raya giştî jî heye. Ev bîra heqîqetê, tu carî nayê jêbirin, jibîrkirin û emê nedin ji bîr kirin. Ev desthilatdar mîna yên berê heman rêyê dişopîne. Wan çawan ku di sala 1993’an de li Vartînîs a Mûşê 9 gundî bi şewitandinê qetil kirin, van jî li Roboskî 34 gundî bi bombebaranê qetil kirin. Di dema desthilatdariya AKP’ê de bersûc û kiryar  diyarin. Lê hemû ji berpirsiyariyê direvin û xwe di vêşêrin.
 
DOZA GIRTINÊ
 
Gelo daraza ku winda bû, ji ku derê derket? Di doza girtina HDP’ê de, gelo hûn daraza ku ketiye kortê dibînin? Daraza ku nikare li dijî rêxistinên sûc derbikeve, ji nû ve darbarê HDP’ê de doza girtinê vekir û ji bo pergala mafyayê bûye mertal. Bi tu awayî derbarê mafyayê de lêpirsînê venakin, lê ji bo HDP’ê bigirin doz vedikin. Ji roja ku HDP hatiye avakirin û vir ve êriş dikin. Bi hezaran endam û rêveberên wê girtin. Lê nekarin mîlîmekê bi me gav paşve bidin avêtin. Ev doza kumpasê ne hiqûqiye, siyasiye. Carek din li ser sûc hatin girtin. Wê bi vê dozê carek din nekarin bi HDP’ê.”
 
BILA DESTHILATDARÎ BIFIKIRE
 
Ne xewna we ya Tirkiyeyê ya bêyî HDP’ê, lê xewna gelên me ya Tirkiyeyê ya bê AKP, MHP, mafya, çete, mêtinkarî û talan wê pêk were. Bawer bikin, doza girtinê ya vekirine wê HDP’ê mezintir û bi hêztir bike. Têkoşîna me dê mezintir bibe. Em ê tu carî vê qadê ji tarîtiya pergala mafya çete re bernedin. Bila hikûmet encama doza girtinê bihesbîne ne HDP. Em baş dizanin ku emê çibikin. Dîroka me ya siyasî bi tecrubeyan tijeye.
 
HEVDÎTINA DAWÎ YA BI OCALAN RE
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya çareseriyê ya bi Ocalan re bi dawî kirin. Ev dîrok destpêkirina dîroka hilweşandinê bû. Dîroka bin ax kirina demokrasiyê bû. Dîrok ji derveyî hiqûqê derketin bû. Dîroka derbasbûna pergala mafya çetetiyê bû. Yanî derbasbûna pergala şer û rantê bû. Polîtîkayên şer, sektoreke aboriyê ya pereyên mezin ava kir. Qirêj bûn, û bi xwe re qirêj kirin. Riziyan û bi xwe re rizandin.
 
ÊRÎŞA LI MEXMÛRÊ
 
Em dibînin ku ji bo desthilat xwe li ser lingan bigire bi operasyonên derveyî sînor û dîsa di polîtîkayên hedefkirina Kampa Penaberan a Mexmûrê ya di bin çavdêriya NY’yê de ku sivîl lê dijî, israr dike. Di dijminahiya Kurdan de sînoran nasnake. Zerermendê herî mezin ên ji van polîtîkayên dijminahiyê jî dîsa wê Tirkiye be. Ji bo wê ye ku îro ji her demê bêhtir xwedî derketina li aştî û çareseriyê, dîsa li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê derketin, xwedî wateyek pir mezin e. Betalkirina terîfê tê wateya vegera li hiqûqê. Vegera li Hiqûqê, dawîanîna sîstema mafyayê ye. Wê bingeha demokrasiyê bi hêz bibe.”