Kedkarên HDP'ê: Em ê hîn bêtir xurt bibin

img
COLEMÊRG - Xebatkar û kedkarên HDP'ê, diyar kirin ku heger partiya wan bê girtin dê hin xurtir bibin û gotin: "Dikarin HDP'ê bigirin, lê dê nikaribin pêşî li ber têkoşîna di dilê me de bigirin." 
 
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind îdianameya ji bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berpêşî Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) û dadgehê jî îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de tê xwestin ku cezayê qedexekirina siyasetê li 451 siyasetmedaran bê birîn. 
 
Li Gever a Colemêrgê kesên bi salan e di partiyên siyasî yên kurdî de xebitîne, bertek nîşanî vê îdianameyê dan. 
 
NIKARIN
 
Samîyettîn Renda (56) anî ziman ku girtina partiyan dê pirsgirêkan çareser neke û bal kişand ser partiyên ku berê hatine girtin. Renda, bilêv kir ku çi qas girtin ew qasî xurtir bûne û dê gel li ber vê bêdeng nemîne. Renda got: "HDP, bê girtin jî dê dilê 6 milyon mirovî pê re be. HDP, tenê ne avahiyek e. Malên kesên birûmet, kuçe, tax û hemû qadên jiyanê qada partiyê ye. Çi dikin bila bikin dê gelê kurd dev ji vê têkoşînê bernede. Ew hewl didin mirovan ji HDP'ê dûr bixin, lê dilê bi milyonan mirovî bi me re ye. Dikarin HDP'ê bigirin, lê dê nikaribin pêşî li ber têkoşîan di dilê me de bigirin." 
 
YEKÎTÎ
 
Emîn Bûlgan (82), destnîşan kir ku girtina partiyan ne tiştekî rast e û gava partiya wan bê girtin dê hîn xurtir bibin û hîn bêtir dakevin qadan. Bûlgan got: "HDP, ne partiyek biçûk e. HDP, partiyeke ku mifteya Tirkiyeyê ye. Kurdên ku araya xwe didin HDP'ê, heger HDP bê girtin dê vegerin partiya xwe û dê her kes rastiyê bibîne. Divê em xwedî li partiya xwe derkevin. Bila kes paş de gav navêje. Îro ne ew roj e ku mirov paş de gav bavêje. Roj roja piştgiriya ji bo HDP'ê ye. Kesên duh Denîz Poyrazê kuştin, dê îro Alî û Huseyîn jî bikujin. Roj, roja yekîtiyê ye." 
 
'EM LI SER PÊYAN E'
 
Osman Arslan (72) jî destnîşan kir ku HDP tenê ne 6 milyon hilbijêr e û bi doza girtinê mafê bi milyonan kesî hatiye eciqandin. Arslan got: "Gava bê hesabê wan di televîzyonan de diqîrin, dibêji 'birayên min ên kurd'. Biratî, ne eciqandina mafên bi milyonan kesî ye. Her ku ew bigirin, em ê yeke nû vekin. Girtina partiyê ne çareserî ye. Bi salan e gelek partî girtine. Lê em hîn bêtir xurt bûn. Bi hezaran girtiyên me hene, lê dîsa jî HDP li ser pêyan e. Heya em sax bin em ê bitêkoşin."