Huda Kaya: Desthilat ji êrişê berpirsyar e

img
STENBOL - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, ji êrişa çekdarî ya li dijî avahiya partiya wan a Marmarîsê "Partiyên siyasî yên desthilatê ku ji partîbûnê derketine û veguherîna rêxistinên sûc" berpirsyar girt. 
 
Di saetên serê sibehê de li dijî avahiya HDP'ê ya Navçeya Marmarîsê ji aliyê êrişkar A.T.D. (28) ve êrişeke çekdarî pêk hat. Êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya Marmarîsê bû berdewama êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ku Denîz Poyraz têde hat qetilkirin û êrişa çekdarî ya li dijî Hevserokê Rêxistina HDP'a Navçeya Avcilarê ya Stenbolê Şemsettîn Dûman. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya bi awayekî tund bertek nîşanî êrişa li dijî avahiya partiya wan a Marmarîsê da. Kaya, ji êrişa li dijî avahiya partiya wan "Partiyên siyasî yên desthilatê ku ji partîbûnê derketine û veguherîna rêxistinên sûc" berpirsyar girt. 
 
Di berdewamê de Kaya destnîşan kir ku bi armanca ku hevdîtinên wan ên bi muxalefetê re bên astengkirin li herêma Egeye li dijî avahiyên partiya wan êriş tên kirin.