Daxwaza lêkolînkirina Komkujiya Geliyê Zîlan

img
ENQERE - HDP, ji bo Komkujiya Geliyê Zilan û xesara înşaata HES'ê ya li herêmê tê çêkirin bê lêkolînkirin daxwaz kir ku komîsyonek bê avakirin. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, bi armanca lêkolînkirina Komkujiya Geliyê Zîlan a di 13'ê Tîrmeha 1930'yî de li navçeya Erdişê ya Wanê pêk hatibû û derbarê înşaata Santrala Hîdroelektrîkê (HES) ya li herêma Çemê Zîlanê tê çêkirin venêrînên pêwîst bên kirin, pêşnûme lêkolîn da Serokatiya Meclisê. Taşdemîr, di pêşnûme lêkolîna xwe de bi bîr xist ku di ser komkujiyê re 90 sal derbas bûne û di hinceta pêşnûme lêkolînê de ev tişt got: "Komkujiya Geliyê Zilan, yek ji encamên rêbazên zext, zor û tehdê yên li dijî daxwazên kurdan hatine pêkanîn û polîtîkayên înkarê yên ji damezrandina komarê ve li dijî gelê kurd berdewam dikinin."
 
Di berdewama pêşnûme lêkolîna xwe de Taşdemîr qala armanc û encamên Komkujiya Geliyê Zîlan û xebatên HES'ê kir û daxwaz kir ku ji bo derxistina holê ya xesarên ji ber çêkirina HES'ê çêbibin û telafîkirina mexdûriyetên ku berdewam dikin komîsyonek bê avakirin û li herêmê lokêlînan bike.