Ji Ahmet Turk bo AKP’ê: Êdî dawiya we hatiye

img
MÛŞ - Siyasetmedar Ahmet Turk di kongreya HDP’a Mûşê de axivî û got: “Viya baş bizanibin ku êdî hûn hatine dawiyê. Êdî hûn nikarin bi zîhniyeta nijadperest vî welatî bi rê ve bibin.” 
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Mûşê 3’yemîn Kongreya Awarte bi dirûşma “Ji bo demokrasî, azadî, aştî û edaletê destek û hilmek” li dar xist. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Şevîn Coşkûn, siyasetmedar Ahmet Turk û Sirri Sakik, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Sirri Sakik û gelek kes beşdar bûn. Kongre li eywanek dawetê ya li bajêr hat lidarxistin. Ji bo qurbaniyên têkoşîna demokrasî û azadiyê rêz hat girtin û kongreyê dest pê kir. 
 
‘HER MAL AVAHIYA HDP’Ê YE’ 
 
Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyigît axivî û destnîşan kir ku her malek avahiya HDP’ê ye. 
 
Sirri Sakik jî axivî û anî ziman ku kurd tenê li Enqereyê tê bîra AKP’ê û dema kurd diçin Enqereyê ji bo wan tune ne. 
 
TURK: DEMA ÇÛNA WE HATIYE 
 
Siyasetmedar Ahmet Turk jî axivî û bal kişand ser têkoşîna kurdan a bi salane didin û got: “Viya baş bizanibin ku êdî hûn hatine dawiyê. Êdî hûn nikarin bi zîhniyeta nijadperest vî welatî bi rê ve bibin.” 
 
 
BAYINDIR: BERSIVA HERÎ MEZIN YEKÎTÎ YE 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî bi silavkirina girtiyên li zindanan li dijî tecrîdê li ber xwe didin dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku bersiva herî mezin a li dijî êrişên li ser Kurdistanê avakirina yekîtiya netewî ye. Bayindir anî ziman ku muxatabê çareseriyê jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. 
  
Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî da zanîn ku Erdogan jî dizane bêyî kurdan ew nikare bibe serokkomar û lewma berê xwe daye Amedê û got: “Kurd ji we re ne embara rayan e.” 
 
Piştî axaftinan hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Belma Nergiz û Savci Arslan ji bo Hevserokatiya HDP’a Mûşê hatin bijartin.