'Em ê yekîtiya neteweyî ne di navbera partiyan de di nava civakê de ava bikin’

img
DİYARBAKIR - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku ew ê yekîtiya neteweyî bo ku pêk were ji partiyên siyasî wêdetir dê di nava civakê de ava bikin û got: “Têkoşîna gelê kurd di wê pozîsyonê de ye ku astengiyên li pêş yekîtiyê rake.” 
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, li ser yekîtiya neteweyî ya kurd ji ajansa me re axivî. Bayindir destnîşan kir ku ew alîgirê hişmendiya civakê ya ji bo yekîtî û tifaqê ne û divê êdî partî û rêxistinên siyasî yên kurd li gorî vê rewşê bibin xwedî helwest.
 
Bayindir diyar kir ku hewldanên yekîtiya neteweyî ya kurd bi salan e di rojevê de ye û pêngava yekemîn bi tifaqa hilbijartinê ya 31'ê Adara 2019'an ku 9 partiyên siyasî yên kurd jî di nav de ne hat avêtin. Bayindir diyar kir ku wan ji ber berjewendiyên neteweyî û fikarên pêşerojê yên gelê kurd ên ji geşedanên li Rojhilata Navîn ên piştî tifaqa hilbijartinê, ji bo yekîtiya neteweyî li Tirkiyeyê înîsîyatîfên girîng girtine. Bayindir destnîşan kir ku ew hewl didin ku bi hevdîtin, komxebatan û komîsyonan zemîna yekîtiyê bi dest bixin. 
 
‘EM JI BO YEKÎTIYA CIVAKÊ TÊN GEL HEV’ 
 
Bayindir destnîşan kir ku divê yekîtiya neteweyî li ser bingeha hişmendiya civakî pêk were û wiha got: "Ew alîgirên avakirina vê hişmendiyê di nav civakê de ne. Em ne ji bo yekîtî û tifaqa partiyên siyasî tên cem hev. Armanca me ya sereke yekîtiya xelkê me ye. Li ser vê axê kombûna partî û rêxistinên siyasî vê rastiyê radixe ber çavan. Di sala 2014'an de, kurdên li seranserê cîhanê di êrişa DAIŞ'ê ya li ser Kobanê de hişmendiya neteweyî ya gelê kurd eşkere kir û ev hişmendî gav bi gav veguheriye ramanek stratejîk. Em ne tenê armanc dikin ku yekîtiya di navbera partiyan de pêk bînin. Di heman demê de ji partiyan wêdetir em dixwazin di nav civakê de yekîtiyê saz bikin."
 
‘BÊ PDK’Ê JÎ YEKÎTÎ DIBE’ 
 
Bayindir diyar kir ku yekîtî li ser bingeha civakê pêk tê û wiha dewam kir: "Bêguman ev yekitiya di civaka kurd de bêyî PDK'ê jî dikare pêk were. Di nirxandinên me yên siyasî yên îroyîn de, şert û merc çi dibin bila bibin, divê fikr û ramana avakirina yekîtiyê li pêş be. Em nikarin civaka kurd bixapînin. Tu heqek me wisa nîne. Îro gelê kurd yekîtiya neteweyî li pêş xistiye. Bêguman, xema gelê kurd ji bo sazkirina yekîtiya neteweyî ji her demê bêtir zêdetir e. Êdî tekoşîna gelê kurd di wê pozîsyonê de ye ku dikare astengiya hêzên siyasî li pêşiya yekîtiyê çê bikin ji holê rake. Tu hêz nikare yekîtiya kurdan asteng bike. Îro partî û rêxistinên siyasî jî hêza xwe ji gel digirin.” 
 
TÊKOŞÎNA BI HEV RE 
 
Bayindir anî ziman ku di sedsala 21’an de divê partiyên siyasî li gorî daxwazên gelê kurd ên ji bo statû, azadî û pêşerojê li gorî wê tevger bikin û partî û rêxistinên siyasî yên xwedî helwestek berevajî dê li pêş çavê gel meşrûiyeta xwe wenda bikin. Bayindir gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Îro li pêşiya kurdan pirsgirêka jiyan, azadî, statû û pêşerojê heye. Ne pêkan e ku sazî û rêxistinên ku neyên vê rastiyê di pêşeroja kurdan de cîh bigirin. Yekîtiya neteweyî çavkaniya hêvî, bawerî û moralê li seranserê Kurdistanê eşkere dike. Di vê wateyê de, pêdivî bi vê yekê heye ku em bi zelalî bibînin ku ji bo yekîtiyê em ne reşbîn in. Van gotinên me hemû xetereyên kêm dike. Divê PDK dev ji têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ku siberoja gelê kurd reş kiriye berde. Eger gelê kurd û hêzên wan siyasî yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin, wê rewşeke ku dikare bigihêje armancên xwe jî derkeve holê. Em ne di pêvajoyeke wisa de ne ku kes bi tena serê xwe bi ser bikeve. Lê heger em bi hev re têbikoşin wê hem rewşek ku hem statû û hem jî azadiyê bi dest bixin derkeve holê.” 
 
MA / Ergîn Çaglar