Genç: AKP bi xistina benda hilbajrtinê dixwaze ji MHP’ê xelas bibe

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Lêkolîner Yuksel Genç, diyar kir ku bi daxistina benda hilbijartinê ya ji sedî 7 qasî ku AKP hesaba perçekirina muxalefetê dike, dixwaze ji şirîkiya MHP’ê jî xelas bibe.
 
Koordînatora Navendî ya Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîk Yuksel Genç, duh şev di bernameya “Amed’ten Bakış” ya Medya Haber TV’yê de daxistina benda hilbijartinê ya ji sedî 7 ku AKP û MHP vê dixwazin nirxand. 
 
Genç, bi lêv kir ku di salên dawî de lêkolînên raya giştî hatin kirin Tifaqa Cûmhûr bi awayekî cidî deng winda kirin, bi pergala hilbijatinê ya niha qezençnekirina Serokkomariyê hat dîtin û  ji ber vê yekê benda hilbijartinê daxistin ji sedî 7’an. 
 
‘JI SEDÎ 7 TÊKILDARÎ KURDAN E’
 
Genç, da zanîn ku çawa berê benda ji sedî 10 ji bo kurdan anîn, daxistina benda hilbijartinê ya ji sedî 7 jî têkildarî kurdan e. 
 
‘AKP, DIXWAZE JI MHP’Ê XELAS BIBE’
 
Genç, da zanîn ku AKP’ê bi daxistina benda hilbijartinê dixwaze hatina gelhev a muxalefetê asteng bike û wiha got: “Li gorî anketan dengên MHP’ê ketine ji sedî 7-8’ê. Ez tevlî nêrînên ku AKP dixwaze MHP’ê xelas bike nabim. Ji vê wêdetir dixwaze ji MHP’ê xelas bibe. Ez difikirim ku aliyekî vê daxistinê ev e. Bi daxistina ji sedî 7'an a benda hilbijartinê dibe ku perçeyekî stratejiya ji MHP’ê xelasbûnê pêk bîne.”