Siyasetmedarên kurd ji bo merasîma cenazeyê Talabani sibê dikevin rê

img

DİYARBAKIR – Ji bo tevlî merasîma cenazeye Pêşengê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî ku roja sêşemê jiyana xwe ji dest da bibin, dê siyasetmedarên kurd sibê biçin Kurdistana Federe.

Ji bo tevlî merasîma cenazeye Pêşengê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serokomarê Iraqê yê berê Celal Talabanî (Mam Celal) ku roja sêşemê jiyana xwe ji dest da bibin, dê heyeta ku ji HDP, DBP û KCD’ê pêk tê sibê biçin Kurdistana Federe .

Beriya ku heyet bir ê keve, dê li ber avahiya HDP’ê ya Amedê daxuyaniyek bê dayîn. Heyet ji Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, Berdevkê HDP’ê Osman Baydemir, hin parlementer, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêk tê.

DÊ MAM CELAL ROJA ÎNÊ BÊ VERÊKIRIN

Dê merasîma cenazeye Mam Celal roja înê bê lidarxistin. Berdevkê YNK’ê Sadî Ehmed der barê merasîma cenaze de agahî dan û diyar kir ku dê cenaze ji Almanyayê bê Bexdayê. Piştî merasîma fermî ya li Bexdayê dê cenaze bînin Silêmaniyeyê û liv ir bê definkirin.