Ozturk: Muxatab Ocalan e, navnîşana çareseriyê jî Parlamento ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku di pirsgirêka kurd de CHP nikare muxatab diyar bike û got: “Gelê kurd muxatabê xwe diyar kiriye. Birêz Abdullah Ocalan e. Cihê çareseriyê jî Parlamento ye.” 

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû di beşa ewil a belgesela “Bay Kemal û Tifaqên wî (Bay Kemal ve İttifakları)” de gotibû “Em dikarin pirsgirêka kurd li gel HDP’ê çareser bikin.” Piştî vê daxuyaniya Kiliçdaroglu carek din pirsgirêka kurd a ku bi dehan sal e nayê çareserkirin, ket rojevê. Li ser daxuyaniya Kiliçdaroglu gelek kes û aliyan destnîşan kir ku muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. 
 
Kiliçdaroglu daxuyaniyek din jî da û got, “Di vî warî de ji bo tekane navnîşan heye, ew jî Parlamentoya Tirkiyê ye. Ji bilî Parlamentoyê tu navnîşanek din nîne. Îmrali jî Qendîl jî ne muxatabê me ye.” 
 
Piştî daxuyaniya Kiliçdaroglu, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî ji ajansa me re axivî û got: “Heke çareseriya siyasî be cihê vê Parlamento ye. Pêdivî bi mutabakatek aştiya civakî û rewabûnê heye. Ji bo vê jî divê meriv hemû aktorên kurd li ber çavan bigire. Heke ev aktor werin paşguhkirin, avakirina rêbazek tevahî wê ne nêzîkatiyek rasteqîn be.” 
 
Nîqaşên çareseriya pirsgirêka kurd û muxatabên wê ku bi daxuyaniya Kiliçdaroglu dest pê kirin, berdewam dike. Em têkildarî van nîqaşan bi Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk re axivîn. 
 
 
‘TENÊ AKTOREK HEYE: BIRÊZ OCALAN E’ 
 
Ozturk bal kişand ser muxatabiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1993'yan û vir ve gelek caran ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi daxuyaniyên agirbestê re derfet daye. Birêz Ocalan di hevdîtinên dawî yên bi wî re derbarê pirsgirêka kurd de gotibû, ‘Ez ê di hefteyekê de çareser bikim’. Divê hewldan û daxuyaniyên birêz Ocalan li ber çavan werin girtin. Em qala kesekî dikin ku bi milyonan gelê kurd jê re dibêje ‘vîna min e’. Heke meriv vê kesayetê rewa nebîne wê bi xwe re xitimandinekê bîne. Heger ev pirsgirêk bi rastî were çareserkirin, dibe ku aktorên cûda hebin, lê belê di navenda sereke de tenê aktorek heye: ew jî birêz Abdullah Ocalan e.”  
 
DIBÊJIN LÊ NAPÊJIN 
 
Ozturk anî ziman ku daxuyaniya Kiliçdaroglu ya ku “ne Îmraliyê ne jî Qendîlê” muxatab nagire ne di cih de ye û wiha got: Daxuyaniya birêz Kiliçdaroglu bi rastî jî ne di cih de bû. Ew ne di wê rewşê de ne ku muxatab diyar bikin. Yên ku ji bo vê pirsgirêkê diaxivin û têdikoşin diyar dikin dikarin muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd diyar bikin. Jixwe di rewşa fîliyatê de muxatab eşkere ye. Gelê kurd dikare muxatab diyar bike. Jixwe gelê kurd jî muxatab diyar kiriye. Ger li van deran vegotinek her ku diçe pêş dikeve, ew vegotina zihniyeta serdest e. Ev mixabin e. Gotinên destpêkê erênî ne; lê dema ku em li daxuyaniya wan a duyem dinêrin, ez wisa difikirim ku mafê CHPê nîne ku bibêje, ‘Ez dikarim pirsgirêkê bi vê yekê çareser bikim, ez ê bi vî yekê çareser bikim’. Ez wisa difikirim.” 
 
GELÊ ME MUXATABÊ KÊŞÊYÊ DIYAR KIRIYE 
 
Ozturk bersiva pirsa me ya “Gelo pirsgirêka kurdan a muxatabiyê heye?” da û wiha got: “Tu carî pirsgirêka muxatabê kurdan çênebûye. Dewlet bi xwe ji 2013’an heta 2015’an bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Muxatabê ku gelê me hilbijartiye diyar e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ez nafikirim ku hewcetiya vê bi nîqaşê heye.” 
 
‘NAVNÎŞAN PARLAMENTO YE’  
 
Ozturk bal kişand ser rol û mîsyona HDP’ê ya çaresekirina pirsgirêka kurd û got: “HDP heta îro bi rol û mîsyona xwe rabûye. Lê belê ev ne pirsgirêkek ku wê tenê bi HDP’ê were çareserkirin3e ye. Dema em xwe berê kurahî û kokên vê meseleyê didin, pirsgirêkek sed salî ye. Partiya me HDP dibêje cihê çaraeserkirina pirsgirêka kurd Parlamentoya Tirkiyê ye.
 
BÊYÎ BIRÊZ OCALAN NE MIMKIN E 
 
Birêz Ocalan jî navnîşana çareseriyê Parlamentoyê nîşan dabû. Ji sereraskirinê yasayî bigire heta destûra bingehîn cihê van sererastkirinan û yê dikaribe sererastkirinan bixe meriyetê Parlamento ye. Bêyî Ocalan çaresekirina pirsgirêka kurd ne mimkin e. Di çareserkirina vê pirsgirêkê de aktorê herî girîng birêz Abdullah Ocalan e. Bêyî Ocalan wê pirsgirêka kurd hin bêtir kurtir bibe û neçareserî mezintir bibe.” 
 
MA / Ozgur Paksoy