Gunay: Divê rola Ocalan ji nedîtî ve neyê

img

ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay têkildarî mijara muxatabiya pirsgirêka kurd wiha got: ''Meseleya kurd pirhêlî ye û li ser mijara çareseriyê nabe ku mirov rola Rêzdar Abdullah Ocalan ji nedîtî ve were.''

 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li ser nîqaşa "muxatabiyê" ya li ser pirsgirêka kurd li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Gunay nîqaşên van rojên dawî bi bîr xist û diyar kir ji nîqaşan jî tê fêhmkirin ku pirsa herî mezin a Tirkiyê meseleya kurd e û got: ''Meseleya kurd bi esasî meseleya demokrasiyê ya Tirkiyê ye. Bêyî ku meseleya kurd çareser bibe Tirkiye demokratîk nabe, heta ku Tirkiye demokratîk nebe meseleya kurd çareser nabe.''
 
'DAXWAZÊN KURDAN ZELAL IN' 
 
Gunay de berdewamiya axaftina xwe de wiha got: ''Li ser meseleya Kurd û mijara muxatabiyê em hin nêzîktêdayinên neçê dibînin ku wê Tirkiyê ber bi neçareseriyê ve tehf bide. Li vir dixwazim vê bi rengekî aşkere bibêjim. Daxwazên kurdan zelal in, muxatabên meselê jî diyar in, rêya çareseriyê zelal e. Nîqaşên ji bo çareseriyê divê bi rengekî cidî, bi aqilgirtina ji dema bihurî û înkarnekirina tiştên ku hatine jiyîn werin kirin. Ji bo me biqîmet e ku Rêzdar Kiliçdaroglu ev nîqaş daye destpêkirin û muxalefet li ser mijara çareseriyê bi insîyatîf rabe. Tirkiye divê vê nîqaşê bêyî ku tiştên ku berê qewimîne înkar bike, bi aqilgirtina ji tiştên ku qewimîne bi cidibûneke siyasî rê ve bibe.''
 
'CIHÊ ÇARESERIYÊ PARLAMENTO YE' 
 
Gunay destnîşan kir ku cihê çareseriya demokratîk û aştiyane Parlamento ye û ev rastî gelek caran ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye gotin, divê yasa werin derxistin û pêvajo bi şahidiya Parlamentoyê were mîsogerkirin, hemû gavên ku wê werin avêtin li ser hîmê yasayan were rûniştin. Gunay got: ''Ji bo Ocalan, Parlamento ne tenê cihê ewlekirina pêvajoyê, her wiha cihê mayindekirina pêvajoya çareseriyê jî bû. Her wiha gelek caran gotiye ne tenê AKP, di serî de CPH hemû partiyên li Parlamentoyê divê tevlî pêvajoyê were kirin. ''
 
'MIROV NIKARE ROLA OCALAN JI NEDÎTÎ VE WERE' 
 
Gunay li ser rola HDP'ê û Ocalan jî aixvî û wiha got: ''HDP partiya Tirkiyê ye, weke li ser hemû meseleyên Tirkiyê, li ser meseleya kurd jî çareserî ji bo xwe weke peywirekê diyar kiriye. HDP xwedî wê biryardarî û îradeyê ye ku meseleya herî mezin a Tirkiyê bi çarçoweya demokratîk çareser bike. Çawa ku li ser hemû mijaran muxatab e, li bara vê meseleya giran jî muxatab e. Em weke partiyeke muzakereya demokratîk,  çareseriya pirsa Kurd ji bo Tirkiyeyeke demokratîk bivenevê dibîninin, ji ber vê, îro jî sibe jî em ê bi hewldana çareseriyê bin. Mesele pirhêlî ye û li ser mijara çareseriyê helbet mirov nikare rola Ocalan ji nedîtî ve were."
 
'MESELEYEK NAVNETEWÎ YE' 
 
Gunay bal kişand ser pirsgirêka kurd ku bûye kêşeyek navnetewî û wiha got: "Lê her kesê ku bûye şahidê çil salan ên Tirkiyê dizane ku mesele pirhêlî ye, tevlîhev e. Meseleye ku ji sînorê Tirkiyê bihuriye, ji herêmî jî derketiye û bûye meseleyeke navnetewî, divê bi hemû aliyên wê re were muzakerekirin û çareserkirin. Mirov nikare rastiya Rêzdar Ocalan ku dibêje, '2Derfetê bila bidin ez ê vê meseleyê di nav heftiyekê de çareser bikim'', ji nedîtî ve were. Ji ber vê, nîqaşên muxatabiyê qediyaye. Ya ku divê li ser were axaftin ew e bê ka wê Tirkiyeyek demokratîk çawa were avakirin, aştiyeke birûmet çawa were avakirn. Ji ber vê, em partî hazir in ku berpirsyariya ku dikeve ser me bi cih bînin. Em hêvî dikin, nîqaşên çareserî û muxatabiyê yên van rojên dawî ku em qedr didinê û pir girîngiyê didinê, rê li deriyê serdemeke nû veke. Li ser vê mijarê em hêvîdar in û jixwe ji bo dahatuya Tirkiyê ji çareseriyê pê ve ti rêyek nîne.''