Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê bi dawî bû

img
ENQERE - Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê bi dawî bû û wê encamnameya wê di rojên pêş de were eşkerekirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi beşdariya pêkhateyên xwe Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk li Eywana Konferansê ya TMMOB'ê ya li Enqereyê li dar xist. Gelek siyasetmedar û kesayet beşdarî Konferansê bûn. Di konferansê de pirsgirêkên li herêman hatine tespîtkirin û pêşniyazên çareseriyê, temsîlyeta wekhev a di rêveberiyên xwecihî de û pêşniyazên çareseriyê yên di qada rêveberiyên xwecihî de ya li dijî feraseta mêr hatin nîqaşkirin. 
 
Di encama nîqaşan de encamnameyek hat amadekirin û pêşkêşî endamên delegasyonê kirin. Delegasyonê encamnameyê pejirand û wê di rojên pêş de ji raya giştî re were eşkerekirin.