Wekîla Swêdî ya tev li kongreya HDP'ê bû: Min cara ewil zextek wiha dît

img

ENQERE – Wekîla Partiya Demokratên Civakî ya Swêdê Emilia Toyra, ji bo tev li kongreya HDP'ê bibe hat Tirkiyeyê. Toyra aşkera kir ku di 2 hefteyan de li Tirkiyeyê 600 kes hatine binçavkirin û ev tişt got: "Min cara ewil ji zexteke wiha re şahidî kir."

Wekîla Partiya Demokratên Civakî ya Swêdê Emilia Toyra, piştî tev li 3'yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê bû, çavdêriyên xwe yên kongreyê parve kir.
 
Toyra, bal kişand ser dorpêça polîsan a roja kongreyê û ev tişt got: "Dema em hatin Enqereyê tişta destpêkê me dît, binçavkirina kesên hatibûn kongreyê û tacîza GBT'ê bû. Me bi çavê xwe dît ku nehiştin mirov bên kongreyê û astengî derxistin. Ez 2 hefte ne li Tirkiyeyê me. Di nav vê demê de qasî 600 mirov hatin binçavkirin û gelek ji wan hatin girtin. Me girtina rêveber, delegeyên partiyê bihîstin."
 
Toyra aşkera kir ku otela ku ew bi şev lê dima, her dem dengê maşîneyên polîsan hatine wê û wiha pê de çû: "Ez dema sibê şiyar bûm û min ji rayedarên otelê rewş pirsî, gotin ku 'kongreya HDP'ê heye. Ji ber wê polît digerin.' Ji bo kongreyekê ew qas zext cara yekemîn e dibînim. Rewşeke gelek ecêb e. Ya dumeyîn, cihê ku kongre lê hat darxistin û otela ez lê dimam, 5 deqe navber heye. Lê me bi maşîneyê di 40 deqeyan de xwe gihand cihê kongreyê. Ji ber ku polîsan her der girtibûn. Ew qas rêyên beredayî girtibûn, ne ewlehî dixwestin mirovan bê zar bikin û tevlêbûna wan a kongreyê asteng bikin."
 
‘HUNDURÊ SALONÊ GELEKÎ CUDA BÛ’
 
Toyra destnîşan kir ku ew ji atmosfera hundurê kongreyê gelekî bandor bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema em ketin salonê kelecana mirovan, coşa wan, enerjî û bi yek dengî dirûşmên ku berz dikirin, bêhempa bûn. Tişta ku me li derve dît û ya me li hundur dît gelekî ji hev cuda bû. Mirovên ku hatin wir bi helwesta xwe aşkera kirin ku dê paşve gav nevêjin. Tabloya li wir ez gelekî kêfxweş kirim."
 
‘DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ TIŞTEKÎ BIKIN’
 
Toyra bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê hêzên navneteweyî bên gel hev û ji bo Tirkiye êrîşan bi dawî bike, bang bikin. Em ji bo vê bangê di nav hewldanan de ne. Serokê Swêdê serdana xwe ya Tirkiyeyê betal kir. Ji bo dijberiya xwe ya li dijî Efrînê bide nîşan, bi Fransayê re banga hevpar kir. Em dixwazin ev operasyon bi dawî bibe. Divê hêzên navneteweyî tiştekî bikin."
 
MA / Selman Guzelyuz