HDP: Vîna aştiyê hatiye binçavkirin

img

ENQERE  - Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, li Meclîsê bertek nîşanî binçavkirinên hevserok û berdevkên partiyê da û got: “Niha ya dibin çavan de aştiye û vîna aştiyê ye.”

Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Galan HDP) Fîlîz Kerestecîoglu û parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Sirri Sûreyya Onder, li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin û derbarê binçavkirinên hevserok û berdevkên partiyê yên berî kongreya HDP’ê nirxandin kirin. 
 
Di civînê Fîlîz Kerestecîoglu, axivî û wiha got: “Ji ber ku hevserok û berdevkên me  mafê jiyanê yê zarokên gelên xizan ên Tirkiyeyê û gelê Efrînê parastin û ji şerê Efrînê re gotin na, hatin bin çav kirin. Ev hevalên me kevirên bingejîn ên partiya mene. 5 rojin hevalên me di binçavan de li salona spor tên rawestandin. Wan li ser betonê digirin û rastî tundiya bi devkîtên.”
 
‘ÊN KÎN Û DIJMINANTIYÊ DIKIN DIÇIN ŞER’
 
Kerestecîoglu, da zanîn ku ev muamele ji bo tu mirovî nayê qebûl kirin û wiha bilêv kir: “ Em hemû sûcdariyên li ser hevalên  xwe îade dikin. Ên kîn û dijminantiyê dikin diçin şer. A ku miha dibin çavan de aştiye, vîna aştiyê ye. Ji bo HDP’ê bi tenê bihêlin êrîşên wiha dikin.” 
 
‘JI TÊKOŞÎNA HDP’Ê DITIRSIN’
 
Kerestecîoglu, wiha berwedewam kir: “Dibe ku hûn ji têkoşîna HDP’ê bitirsin. HDP û pêkhateyên xwe pîvanên diparêzin û têkoşîna bi rêve dibin dê demokrasiyê bine ji bo gelên Tirkiyeyê. Îro tenê HDP û pekhateyên wê aştiyê diparêzên û ev mafeke bingehîne.  Desthilatdarî her roj li vî welatî mirovan ciwan dikuşe. Ji bo mirov nemirin em têdikoşin. Ji bo gel polîtîkayên wan ên şer nebînin êrîşî me dikin.”
 
Kerestecîoglu, piştî daxuyaniyê bersiv da pirsên rojnamegeran û wiha bilêv kir: “Ji ber ku eleqeyek mezin ji kongreya me re hebûi di xwazin kongreya me ber alî bikin. Ji ber vê yekê MHP û AKP kongreya me rexned dikin.” Kerestecîoglu, bal kişand ser girtina Komeleya Piştîvanî û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê jî û wiha bi dawî kir:  “Pir eşekereya. Ev yek dide nîşandan ku dixwazin hemû beşên mûxalîf ên civakê tune bikin. Di 10’ê Cotmehê de ez li wir bûm. Me birîndar radikirin. Mirovan xwest li wir bîrdarî bê avakirin. Bîrdariya aştiyê bê avakirin. Girtina komeleyê bêhêziya desthilatdariyê nîşan dide.”
 
ONDER: BERMAHIYA DEMOKRASIYÊ JÎ NEHIŞTIN
 
Piştî kongreya HDP’ê derbarê Hevserokê Giştî Perwîn Buldan û parlamenterê Enqerê Sirri Sûreyya Onder de lêpirîn hat virin. Onder têkildarî lêpirsîna hat vekirin ev tişt gotin: “Em parlamenterên hilbijartî yên vî welatî ne. Em difikirin ku ev şer dê encamên ne baş ji bo welat em bi xwe bîne. Tu hêz nikarin pêşiya vê fikara me bigirin û asteng bikin. Ma ez mecbûrim ku mîna hikûmetê bifikirim? Vê lêpirsînê jî da nîşandan ku êdî bermahiyeke tenê ya demokrasiyê jî nehiştine.”