HDP’ê serdana TTB’ê kir: Divê em xwedî li budçeya gel derkevin

img
ENQERE - Şandeya HDP’ê di çarçoveya “Hevdîtinên Budçeyê” de serdana TTB’ê kir. Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fincanci got divê ew hemû bi hev re xwedî li budçeya gel derkevin. 
 
Şandeya HDP’ê ya ji Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenuristî û Civakî ya HDP’ê Samet Menguç, parlamenterên HDP’ê Necdet Îpekyuz, Semra Guzel û Habîp Eksîk pêk dihat di çarçoveya “Hevdîtinên Budçeyê” de serdana Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) kir. 
 
TÊKOŞÎNA JI BO BUDÇEYA GEL 
 
Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fincanci û rêveberên TTB’ê şandeya HDP’ê pêşwazî kir. Fincanci piştî serdanê axivî û anî ziman ku budçeya tê eşkerekirin pir tiştek ji tenduristiyê re tê veqtandin û lê dema ew li budçeya Wezareta Parastinê dinêrin 99 milyar jê re hatiye veqetandin û ev yek pir dide nîşandan ku budçe çawa dibe budçeya şer. Fincanci destnîşan kir ku divê budçeya gel ji bo gel were amadekirin û divê ew hemû bi hev re xwedî li budçeya gel derkevin û da ku ji bo gel were veqetandin û dê ji bo vê têbikoşin. 
 
Samet Menguç ê HDP’yî jî di serdanê de axivî û destnîşan kir ku ji bo ew vê budçeyê ji sedî sed bikin budçeya gel wê têkoşîna xwe bidomînin.