Hevdîtina Erdogan û Bahçelî: Wê operasyon bê axaftin

img
ENQERE - Hat diyarkirin ku wê di hevdîtina Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî de îlankirina "mirovên nayên xwestin" a 10 sefîran û êrişma muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê axaftin. 
 
Piştî peyamên Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan ên derbarê 10 sefîrên ku daxwaz kiribûn karsaz Osman Kavala bê berdan trafîqa di navbera AKP'ê û MHP'ê de zêde bû. Wê Erdogan Serokê Giştî yê MHP'ê Develet Bahçelî saet di 14.00'an de hevdîtin bikin. Wê hevdîtin li Qesra Serokkomariyê ya li Beştepeyê pêk bê. Tê diyarkirin ku mijara hevdîtinê êrişeke muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. 
 
Erdogan, beriya hefteyekê vê derbarê de peyman dabûn û tê gotin ku Erdogan ji bo êrişê li benda erêkirina Amerîka û Rûsyayê ye. 
 
ÎSTIFAKIRINA HSK'ê
 
Li aliyê din Endamê Saziya Dager û Dozgeran (HSK) Hamît Kocabey li ser fermana Bahçelî ji HSK'ê îstifa kiribû. Tê payîn ku ev mijar jî di hevdîtinê de bê axaftin. Hatibû gotin ku Bahçelî bi vê îstifakirinê peyam daye Erdogan. 
 
BERIYA CIVÎNA WEZÎRAN
 
Balkêş e ku ev hevdîtin beriya civîna wezîran tê lidarxistin. Di rojeva civîna wezîran de êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bergiriyên vîrûsa koronayê, zêdebûna di dolar de û meseleya 10 sefîran heye. Tê payîn ku Bahçelî daxwazên xwe yên ji civîna wezîran pêşkêşî Erdogan bike û di civîne de li ser wan bê axaftin. 
 
Herî dawî Erdogan û Bahçelî di 1'ê cotmehê de li meclisê hevdîtin pêk anîbûn. Di 4'ê tebaxê de jî Erdogan çûbû mala Bahçelî û serdana wî kiribû. Di 18'ê gulanê de jî Erdogan û Bahçelî hevdîtin kiribûn.