Olûç: Divê şerê Sûriyeyê bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin, ji tezkereyê re na

img

ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, bang li muxalefet kir ku ji tezkereyê re bibêjin “na” û ev tişt got: “Em dixwazin ku şerê 10 sal in li Sûriyeyê didome bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Em ê ji tezkereyê re bibêjin na.”

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç, li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di rojeva Olûç de, qeyrana aboriyê û tezkereya Iraq û Sûriyeyê ya sibe li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bê nîqaşkirin, hebûn. 
 
Olûç, da zanîn ku rejîma Erdogan bi qeyranên çêkirî, hewl dide ji nava qeyranan derkeve û wiha got: “Aborî ketiye rewşeke bêserûber. Wê bibe sedem ku lîreyê tirk bêqîmet bibe. Divê ev hêz êdî dev ji akrobatiya hiqûqî berde. Di biryarên DMME'yê de hem Kavala û hem jî Demîrtaş demeke dirêj akrobatîyên hiqûqî hene. Divê dev jê berde. Civîna Meha Mijdarê ya KE'yê tê kirin. Careke din Tirkiye dê were nîqaşkirin. Mafê vê hikûmetê nîne ku Tirkiyeyê bi vî rengî bike. Em careke din bang dikin, biryarên DMME'yê pêk bînin. Ev çi hêrs e. Hûn ê 10 sefîran kesên nayê xwazin îlan bikin. Hûn desthilateke ku endama Konseya Ewropayê ne. Hûn mecbûr in ku li gorî peyman û biryara dadgehê tevbigerin. Dolar çûye xwe li 9,80 lîre daye. Hûn çima axaftinên ku bibin sedemê rabûna dolar dikin? Çima desthilat dibe sedemê vê yekê?  Kî dolaran distîne? Kî dewlemend dibin? Yên feqîr dibin diyar e gel, civak, kesên teqawîd bûyî û esnaf in. Wezîrê Aboriyê li kû ye? Kesên ku dîtine hene? Aborî têk diçe, Wezîrê Aboriyê bêdeng dimîne.”
 
‘DIVÊ TIRKIYE TÊKILIYA BI CÎRANÊN XWE RE BAŞ BIKE’
 
Olûç, diyar kir ku Tirkiyeyê heta niha 6 caran tezkere dirêj kiriye û wiha berdewam kir: “Di her carê de  salek hatiye xwestin. Niha du sal tên xwestin. Çima? Ev hikumet difikire ku parlemento heta Cotmeha 2023'an di Cotmeha bê de nikare kom bibe? Ev atmosfereke hilbijartinê ye. Hikûmet piştî salekê bi xwe ne bawer e? Ew nikare rewşa xwe texmîn bike? Ew difikire ku nikare ji parlementerên xwe piştgirîyê bistîne, ji ber vê yekê du salan dixwaze. Divê bersiva van pirsan bê xwestin. Divê kî li vê bigere? Muxalefeta siyasî û civakî ye. Mûxalefeta siyasî li şûna ku bersivê bide van pirsan, xwe amade dike ku ji daxwaza dirêjkirina du salan a hikûmetê re bêje erê.” Olûç, da zanîn ku erêkirina tezkereye erêkirina şerê vekalet ê Sûriyeyê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em difikirin ku divê Tirkiye di warê aborî, dîplomatîk û çandî de têkiliyên xwe bi hemû cîranên xwe re baş bike. Em dixwazin şerê 10 salan ê li Sûriyeyê di nava yekparebûna axa Sûriyeyê de bi rengekî demokratîk bê çareserkirin. Rêya vê jî bi dîplomasî û muzakereyê dibe. Ne bi tezkereyan dibe. Ne ew e ku operasyonên demografîk li ser xaka Sûriyê werin kirin. Em dê ji bo tezkereyê dengê na bidin. Em ê sedemên xwe yên di vî warî de li Lijneya Giştî ya Meclîsê aşkere bikin.”