Wê CHP ji tezkereya Iraq û Sûriyeyê re bibêje 'na'

img
 
ENQERE - Serokwekîlê Koma CHP'ê Ozgur Ozel, diyar kir ku wê CHP ji tezkereyê re bibêje "na". 
 
Îro li Lijneya Giştî ya Meclisê ji bo tezkereya şer a li dijî Iraq û Sûriyeyê dengdan bê kirin. Beriya vê dengdanê duh li ser medya sanal ji aliyê HDP'ê ve banga redkirinê hatibû kirin. Piştî vê banga HDP'ê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, di komcivîna partiya xwe de bertek nîşanî hincetên tezkereyê da û got ku ew naxwazin leşker û polis li Sûriyeyê bên kuştin. Piştî van peyamên Kiliçdaroglû Serokwekîlê Koma CHP'ê Ozgur Ozel, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku wê CHP ji tezkereyê re bibêje "na".