HDP'e bikaranîna çekên kimyewî bir rojeva meclisê

img
ENQERE - Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, angaştên bikaranîna çekên kîmyewî ku tê gotin Artêşa Tirk di êrişên xwe yên li Herêma Kurdistanê de bi kar tîne bir rojeva meclisê û pirs kir ku ev mijar tê lêkolînkirin an na. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, êrişên Artêşa Tirk ên li dijî Herêma Kurdistanê bir rojeva meclisê û pirsa angaştên bikaranîna çekên kîmyewî kir. Bi daxwaza ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktayu bibersivîne Ûca, pêşnûmepirsekê da Serokatiya Meclisê û xwest ku têkildarî mijarê daxuyanî bê dayîn. Ûca, di pêşnûmepirsa xwe de bangên nivîskar, ronakbir, parlamenterên Iraqê û Herêma Kurdistanê ku têkildarî mijarê li saziyên navneteweyî kiribûn bi bîr xist û têkildarî mijarê ev pirs ji Oktay kirin: 
 
"* Angaştên ku Tirkiye di êrişên xwe yên li ser xaka Herêma Kurdistanê de çekên kîmyewî bi kar tîne rast in? Derbarê ev angaştên ku dikevin çarçoveya sûcên şer de lêkolînek hatiye kirin?
 
* Tirkiye li gorî Peymana Çekên Kîmyewî û Protokola Cenevreyê ku îmze kirine tevdigere? 
 
* Heke angaştên di çapemeniyê de cih digirin rast bin wê derbarê berpirsyaran de lêpirsîn bê vekirin?"