Berteka ji bo tezkereyê: Divê em di heman eniyê de têbikoşin

img
STENBOL – Nûnerên partiyên sosyalîst, diyar kirin ku îqtidar ji bo li ser pêyan bimîne tezkereyan çêdike û şer dike rojev û li dijî vê bal kişandin ser têkoşîneke "yekbûyî". 
  
Tezkereya ji bo Iraq û Sûriyeyê ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan berpêşî meclîsê kir, di 26'ê Cotmehê de bi dengên AKP, MHP û Partiya ÎYÎ'yê hat qebûlkirin. Dema tezekera ku HDP û CHP'ê ji bo wê gotin "na" 2 salan hat dirêjkirin. Nûnerên partiyên siyasî dirêjkirina dema tezkereyê û polîtîkayên şer ên îqtidarê nirxandin. 
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf torûn Oneren, anî ziman ku îqtidar bi vê tezkereyê êrişên xwe yên li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur didomîne. Oneren, destnîşan kir ku îqtidar dixwaze bi tezkereyê van "êrişên" xwe rewa bike û armanca wê jî dînamîna şoreşger a gelê kurd e. Oneren got: "Tifaqa faşîst, ji bo bekaya xwe êrişê dibe ser gelê kurd û axa Kurdistanê. Sedema sereke ya dirêjkirina dema tezkereyê ev e." 
 
Oneren, bilêv kir ku birçîbûnî, xizanî û zext bi şer re zêdetir dibin û got: "Serdest bi klîkên xwe şirîkên şer in, em jî bi hemû hêzên xwe şirîkê aştiyê ne ku dê gel wê bi dest bixin." 
 
STATUYA KURDAN HEDEF TÊ GIRTIN
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, destnîşan kir ku îqtidar ji bo domandina "rejîma" xwe li hin navgînan digere û yek ji van jî şer e. Tumuklu, destnîşan kir ku îqtidar ji bo pergala xwe ya bekavaniyê bidomîne dixwaze pêşî li ber statuya têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bigire û dagirkerî û paşverûtiyê li Rojhilata Navîn bidomîne. 
 
BIDESTXISTINA AZADIYÊ
 
Tumukulu, bilêv kir ku peywira sereke ya eniya sêeymîn ew e ku li dijî vî şerî rabe û vê yekê li her derî bibêje û got: "Ev şer ji bo kedkaran tê wateya hîn bêtir xizanî û birçîbûnê. Dê ewlehiya neteweyî deynin pêşiya maf û azadiyên herî sereke. Divê kedkar û bindest ji heman eniyê li ber vî şerî rabin. Armanca me ya sereke divê bidestxistina azadiyê û rêxistinê têkoşîna yekbûyî be." 
 
Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Pelîn Kahîlogûllari jî bilêv kir ku îqtidar hewl dide bi rageşiyan li ser pêyan bimîne û ji ber ku piştgiriya civakê ya ji bo wê kêm bûye dixwaze bi feraseta "şerê li dijî dijminên derve" girseya xw ekonsolîde bike.
 
Kahîlogûllari, destnîşan kir ku tezkere ji bo gelên Tirkiyeyê tê wateya hîn bêtir xizanî û ji bo sermayeyê jî tê wateya qezencê. 
 
MA / Kadîr Guney