Li Êlihê wê HDP biçe kongreyê

img
ÊLIH - Rêxistina HDP'ê ya Êlihê, di nav 2 mehên pêş de çaremîn kongreya xwe ya asayî pêk bîne. 
 
Rêxistina HDP'ê ya Êlihê, di nav 2 mehên pêş de bi şîara "Em HDP'î ne li her derê ne, niha dema HDP'ê ye" çaremîn kongreya xwe ya asayî pêk bîne. Derbarê mijarê de Rêxistina HDP'ê ya Êlihê li avahiya xwe daxuyanî da çapameniyê. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, endamên Tevgera Jinên Azad, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.  
 
Endama Komîsyona Kongreyê Hatîce Taş, diyar kir ku li gorî rêziknameya partiya xwe û esasê demokrasiyê komîsyona amadekariya kongreyê ava kirine û Komisyna Hilbijartinê ya Kongreyê ku ji 15 kesan pêk tê diyar kirine. Taş, destnîşan kir ku komîsyonê planeke xebatê amade kiriye û li gorî vê planê bi gelek derdoran re hevdîtin bikin û banga tevlîbûna kongreyê li êlihiyan kir. 
 
ROJA KOBANÊ PÎROZ KIR
 
 Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî axaftineke kurt kir. Başaran, diyar kir ji roja ku partiya wan hatiye avakirin ve bi êrişên desthilata AKP-MHP'ê re rû bi rû ne û ew ê bi rêxistinbûnê bersiv bidin êrişan û bi van gotinan 1'ê Mijdara Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kiriye: "Li dijî barbariya DAIŞ'ê bi avakirina tora têkoşîna hevpar Kobanê hat azadkirin. Niha li Kobanê jiyaneke nû ava dibe. Daxwaz dikim ku careke din ev roj li hemû gelên cîhanê pîroz be."