Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin

img
ENQERE - Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, di hevdîtinên budçeya Wezareta Karên Derve de daxwaz kir ku angaştên bikaranîna çekên kîmyewî yên li Herêma Kurdistanê ji aliyê wezaretê ve bên lêkolînkirin. 
 
Li Komîsyona Plan û Budçeyê li ser budçeya Wezareta Karên Derve hevdîtin tên kirin. Di hevdîtinan de Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP'ê Tulay Hatîmogûllari mafê axaftinê girt û ji ber polîtîkayên şer ku dimeşînin rexneyên tund li AKP-MHP'ê kirin. Hatîmogûllari, êrişênleşkerî yên ji aliyê Artêşa Tirk ve tên meşandin jî bi bîr xist û daxwaz kir ku angaştên bikaranîna çekên kîmyewî yên li Herêma Kurdistanê ji aliyê wezaretê ve bên lêkolînkirin.