Li Wanê ‘Banga Demokrasiyê’: Tekane çareserî vekirina deriyên Îmraliyê ye

img
WAN - Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di hevdîtina “Banga Demokrasiyê” de axivî  û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got tekane çareserkirina pirsgirêkan vekirina deriyê Îmraliyê ye. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Wanê di çarçoveya hevdîtinên “Banga Demokrasiyê” de li Wanê bi rûspiyan re civînek li dar xist. Civîn li otelek bajêr hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û gelek siyasetmedar û rûspî beşdarî civînê bûn. 
 
Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn axaftina destpêka civînê kir û got tevî hemû zextan jî di pêvajoyek wiha de li hev kombûna bi rûspiyan re wan serbilind dike û wê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Ozgur Zeydanoglu jî behsa rol û rista HDP’ê ya ji bo azadî, demokrasî û aştiyê kir  û destnîşan kir ku bi her awayî muxatabê çareseriyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.  
 
 
‘GELÊ KURD WÊ SERÎ JI WER NETEWÎNE’ 
 
Siyasetmedar Sirri Sakik jî anî ziman ku ew dikarin siyaseta Tirkiyê bi rûspiyan re biguherînin  û hilbijartina pêşiya wan wê gelê kurd pêşengiya hilbijartinê bike. Sakik destnîşan kir ku wê tu kes nikaribe serê gelê kurd bitewîne û wê gelê kurd serî li ber zilma îqtidarê qet û qet netewîne. Sakik diyar kir ku her roj li Tirkiyê li dijî neferên gelê kurd êriş pêk tên û ferdên Malbata Dedeogullari jî ji ber kurd bûn hatin qetilkirin.  
 
YEKÎTIYA NETEWEYΠ
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurd û got beşdariya rûspiyan a li vê otêlê bersiva herî wate a ji bo yekîtiyê ye. Aydenîz anî ziman ku bi sed salan e îqtidar ango dewleta Tirkiyê hebûna gelê kurd yanî nasname, çand û zimanê kurdî înkar dike û kurd êdî xwedî wê hejmarê ne dikarin biryara çarenûsa xwe bidin. 
 
‘DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEBIBIN’ 
 
Aydenîz destnîşan kir ku di bin her krîzên li Tirkiyê diqewimin de pirsgirêka kurd heye û wiha got: “Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, wê tu pirsgirêk çareser nebe. Pirsgirêka kurd heye. Em neçarin li dijî pergala yek zilamî yekîtiya têkoşîna xwe ya demokratîk ava bikin. Birêz Abdullah Ocalan bi perspektîfên xwe bingeha Tirkiyeyek demokratîk daniye holê. Ji ber vê yekê ku her roja ku diçe tecrîd kûrttir dibe. Dizanin wexta ku Abdullah Ocalan diaxive, demokrasi, azadî diaxive. Abdullah Ocalan di bin şertê tecrîd, îşkenceyê jî bûye bi rola xwe rabûye. Birêz Ocalan ji bo çareseriyê hefteyek wext xwest. Lê belê bi tu awayî nêzî daxwaza Ocalan nebûn. Berevajî vê tecrîd hat kûrkirin. Tekane çareseriya hemû pirsgirêkan aştî ye. Çareseriya tekane vekirina deriyên Îmraliyê ye. Çareserî ne Ewropa, Rûsya ye, çareserî bi rakirina tecrîda li ser Ocalan pêkan e.” 
 
TURK: DIVÊ SIYASETA GELÊ KURD MEZIN BIBE 
 
Herî dawî Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm danîn şûna wî bi rêya pergala dîmen beşdarî civînê bû û axivî. Turk derbarê yekîtiya neteweyî ya kurd de peyamên girîng da û wiha got: “Siyaseta gelê kurd çiqas mezin bibe, wê li her çar parçeyan jî bandorek mezin çê bibe. Modernîteya kapîtalîst, polîtîkayên lîberalîzmê ji bo ku siyaseta me negihîjî mexseda xwe çi ji destê wan hat kirin. Lê belê em dizanin ku ev polîtîka tenê bi têkoşîna yekîtiya neteweyî dikarin werin pûçkirin.” 
 
Bernameya bi rûspiyan re piştî axaftinan bi dawî bû.