Derbarê çend kesan de ji ber peyva ‘Kurdistan’ lêpirsîn hatiye destpêkirin?

img
ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç bal kişand ser kesên gotine “Kurdistan” û hatine binçavkirin û vê pirsê kir: “Gelo bilêvkirina Kurdistan ku bi hezarê salan e kurd li ser erdnîgariya wê dijîn qedexe ye?” 
 
Nîqaş û babetên li ser peyva “Kurdistan” berdewam dikin. Li aliyekî welatî ji ber peyva Kurdistan tên binçavkirin li aliyekî dadgeh ceza li hunermend û kesayetan dibire. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç mijara sûcdarkirina Kurdistanê bir rojeva Meclîsê. Mûrat Sarisaç pêşniyazpirrsek derbarê Kurdistanê de ji bo ku Cîgirê Serokkomar Fuat Oktay bibersivîne radestî Serokatiya Meclîsê kir. 
 
Sarisaç di pêşniyazpirsê de bi berfirehî li ser navê Kurdistan û dîroka wê rawestiya û destnîşan kir ku di sedsala 21’an de jî hêj navê “Kurdistan” qedexe ye û dibe sedema cezakirinê. 
 
Sarisaç ji bo ku Fuat Oktay bibersivîne çend pirsan jê kir û vê pirsa girîng kir: “Gelo bilêvkirina Kurdistan ku bi hezarê salan e kurd li ser erdnîgariya wê dijîn qedexe ye? Heta dîroka pêşniyazpirsê çend kes ji ber bilêvkirina Kurdistan hatine binçavkirin û derbarê çend kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin? Bingeha vê yekê ya hiqûqî çi ye?”