Wezîr Hulusî Akar bakur û başûrê Kurdistanê înkar kir!

img
ENQERE - Wezîrê Parastinê Hulusî Akar diyar kir ku li derveyî Tirkiyeyê jî erdnîgariya Kurdistanê tune ye. Akar li ser pirsa "Baş e ma Kurdistana Iraqê tune?" ya Garo Paylan, bêdeng ma. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari ku li Komîsyona Plan û Budçeyê axivî, bal kişand ser çekên kîmyewî yên li Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve tên bikaranîn. Hatîmogullari da zanîn ku îdiayên li herêmê çekên kîmyewî tên bikaranîn hene, daxuyanîyên rojnamevan, rewşenbîr û nivîskarên Ewropî û Iraqî bi bîr xist. 
 
ÎNKARKIRINA KURDISTANÊ DIDOME
 
Daxuyaniyên Hatîmogullari yên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî li Herêma Kurdistanê de Serokê Komîsyonê Cevdet Yilmaz û Wezîrê Parastinê Hulusî Akar aciz kirin. Yilmaz anî ziman ku Tirkiye bi tu welatan re şer nake. Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan bi bîr xist ku divê serok bêalî be. Vê carê parlamenterê AKP’ê Salih Cora piştevaniya Serokê Komîsyona AKP'ê Cevdet Yilmaz kir. 
 
Li aliyê din Akar got: "Li nava Tirkiyê û li derveyî Tirkiyê erdnîgariyek wek Kurdistanê nîne." Pişt re Parlamnenterê HDP’ê Garo Paylan pirsa “Çawa tune ye, gelo Kurdistana Iraqê nîne?” ji Akar kir. Lê Akar bêdeng ma û bersiva Garo Paylan neda. 
 
Akar ji bo pirsa bikaranîna çekên kîmyewî jî wiha bersiv da: “Di nav Hêzên Çekdar ên Tirkiyê de teqez û qet û qet çekên kîmyewî nîne. Tiştekî wiha tune. Tiştek veşartî nîne. Tiştekî wiha tune. Pir hêsan e mirov bişopîne ku ev çekên kîmyewî ji ku hatine girtin û çûne ku derê. Îdîayên bi vî rengî ji bo ku têkoşîna li dijî terorê ya ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk ve bê xerakirin, dem bi dem tên dubarekirin."
 
Parlamenterê Partiya ÎYÎ Dursun Ataş jî daxilî nav nîqaşê bû. Ataş destnîşan kir ku wan dengê “erê” daye tezkereye û ew ê ji budçeya wezareta parastinê re jî bêjin “erê.”