Karaca ya CHP’yî: Divê deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar

img
ENQERE - Gulîzar Bîçer Karaca ya CHP'yî ku daxwaza edaletê ya malbata Senyaşar anî Lijneya Giştî ya Meclîsê wiha got: “Deng bidin qêrîna edaletê û bila demildest edalet pêk were.” 
 
Parlamentera Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Denîzliyê Gulîzar Bîçer Karaca li Lijneya Giştî ya Meclîsê axivî û bal kişand ser daxwazên Emîne Şenyaşar û kurê wî Ferît Şenyaşar ên 254 roj in li ber Edliyeya Rihayê di nobeda edaletê de ne. Karaca, ragihand ku serdana Emîne Şenyaşar kiriye û wiha got: “Ev bûyer hemû li pêş çavên Emîne Şenyaşar bi xwe pêk hatine. Îro em di kîjan astê de ne. Bûyera li kargehê qewimiye û bûyera li nexweşxaneyê jî qewimiye bi hiqûqê re têkildar e. Bûyera li nexweşxaneyê 41 meh in weke tê lêkolînkirin xuya dike. 41 meh in bi tu awayî ne îfadeya şahidekê/î ne jî ya gumanbarekî nehatiye girtin.” 
 
10 DOZGER LI BENDA ÇI BÛN?
 
Karaca, bi bîr xist ku Enver Yildiz 17 meh piştî bûyerê bi artêşa parazvanên xwe re teslîm bûye û wiha berdewam kir: “Tapeyên telefonê yên Enver Yildiz hene. Li ser Enver Yildiz di telefonê de gotibû, ‘Heke dozgerê nû hatiye tayînkirin were ez ê biçim îfadeyê bidim. Ez li malê me, telefona min vekiriye, tu kes nehat. Çi bû yên me li nexweşxaneyê bav lînc kirine’ jî tu lêpirsîn nehatiye kirin. Di 3’yê Îlonê de kesekî bi navê Îbrahîm Enver Yildiz digere û Enver Yildiz jî dibêje hêj li benda dozgerê nû ye. Di 41 mehan de 10 dozger hatin guhertin, 10 dozger li benda çi bûn?”
 
Karaca, bi lêv kir ku ligel gotinên Enver Yildiz îfadeya tu gumanbaran nehatiye wergirtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çi li qeydên dosyayên bi mehane biryara nepen li ser heye hatin em nizanin. Em nizanin ka delîl hatine reşkirin an na. Ma edaleta dereng mayî edalet e? Malbata Şenyaşar 254 roj in nobeta edaletê digirin. Malbat edaletê dixwaze ev yek weke ‘teror’ bi navkirin.”
 
‘DENG BIDIN MALBATÊ’
 
Karaca, îtîrafên parlementerê AKP’ê yê Rihayê Eşref Fakibaba bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birêz Fakibaba di 13’ê Cotmehê de derket û wiha got ‘Ev ne çalakiyeke terorî bû, min ev dît, bûm şahid û dema jê re gotin ‘çalakiya terorê’ wijdana min êşiya û li Serokê me yê Giştî geriyam. Min jê re got ev ne çalakiyeke terorî ye û divê ev wida neyê axaftin.’ Ez niha ji vir bang li Wezîrê Dadê hemû hiqûqnasên ku me temaşe dikin û hemû welatiyên bi wijdan dikim; deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar û bila edalet demildest pêk were.”