Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike

img

ENQERE - Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, diyar kir ku nîqaşa '50+1' a di nava Tifaqa Cumhur de ji tirsa windakirinê derketiye û got: "50+1'ê nebe pêwîstî bi MHP'ê jî namîne.” 

Şertê "50+1" ku hem di nava AKP'ê de hem jî bi hevkarê wê MHP'ê re ferq û cudahî çêkir, piştî hevdîtina Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu ket rojevê. Piştî ku Erdoganê AKP'yî ji Karamollaoglû re nerehetiya xwe ya ji bo 50+1 anî ziman, kulîsên Enqereyê bû mijara nîqaşan. Bi van nîqaşên 50+1’ê di navbera tifaqa Cumhur ango îqtidarê de nakokî jî zêde û kûr dibin. 
 
TIRSA WINDAKIRINÊ 
 
Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç nîqaşên "Hilbijartina pêşwext" û nakokiyên "50+1" ên di nava Tifaqa Cumhur de derketine nirxand. Oluç anî ziman ku nîqaşa 50+1'ê ku benda hilbijartinên Serokkomariyê ye, ji kêmbûna dengên îqtidarê di anketan de dertê pêş ne serbixwe ye û got: "Roj bi roj dengên wan kêm dibin. Ji bo hilbijartina serokkomariyê pêdivî bi 50+1’ê heye. Dibînin ku heger sibê hilbijartin çêbibe tu şansê wan ê serketina hilbijartinê tune ye. Dema ku ew vê yekê dibînin, nîqaşek navxweyî li ser wê dikin. Tirsa ku em ê negihîjin benda 50+1’ê ketiye nava wan. Ev nîqaş dê berdewam bike. Heger hewl bidin vê yekê bitepisînin jî, ji bo ku nîşan bidin ku ji windakirinê ditirsin bibêjin dê ji 50+1'ê zêdetir bi dest bixe ku tu eleqeya van gotinan bi rastiyê re nîne. Ev nîqaş dê berdewam bikin û kûrtir bibin.”
 
HEWCEYÎ BI MHP’Ê NÎNE 
 
Oluç derbarê helwesta tund a MHP’ê ya ji bo li ser nîqaşên 50+1'ê wiha got: "Ji bo hilbijartinên Serokkomariyê 50+1 nebe, pêdivî bi MHP'ê namîne. MHP ji ber ku ji yekê ditirse, bi awayek jidiyayî dest bi hembêzkirina 50+1’ê kiriye. Ew dibe parêzvanê wî yê herî dijwar. Heger bêje 'Pêdiviya sîstemê ev e' jî rewşeke wisa derdixe holê ku pêwîstî bi MHP'ê namîne wê derkeve holê.” 
 
‘ÎQTIDAR JI HILBIJARTINA PÊŞWEXT DITIRSE’ 
 
Oluç derbarê hilbijartina pêşwext wê pêk were an na jî ew di wê baweriyê de ye ku îqtidar ji windakirinê ditirse û ji ber vê yekê wê serî li vê rêbazê nede. Oluç bi bîr xist ku hilbijartinên pêşwext bi du awayan dikarin bên kirin û got: “A yekem Serokkomarî dikare Meclîsê betal bike û ji bo hilbijartina pêşwext biryara xwe bide. Naxwaze hilbijartineke ku winda bike pêk were. A duyem jî Meclîs dikare biryarê bigire. Dengên Tifaqa Cumhurê têrê nakin. Pediviya wan bi muxalefetê heye. Eger pêşniyaza hilbijartina pêşwext bînin Meclîsê dê destekê wergirin. Ji ber ku muxalefet alîgirê hilbijartinên pêşwext e, lê îqtidara ku dibîne wê winda bike naxwaze hilbijartina pêşwext pêk were. Em bi îqtidarek ku dixwaze temenê xwe dirêj bike re rûbirû ne. Êdî tu şansek vê îqtidarê nemaye. Mîna ku pereyê tirk roj bi roj dihele, îqtidar jî dihele û belav dibe. Her ku dibînin winda dikin êrişên xwe yên li ser partiya me û muxalefetê û civakê zêdetir û dijwartir dikin.” 
 
MA / Bêrîvan Altan