Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî li Ûca hat vegerandin

img
ENQERE - Pêşnûmepirsa ku Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de dabû meclisê, bi hinceta ku "nêrîna takekesî" ye li Ûca hat vegerandin. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê û Hevberdevka Têkiliyên Derve ya HDP'ê Feleknas Ûca, beriya demekê derbarê çekên kîmyewî yên ji aliyê Artêşa Tirk ve li Herêma Kurdistanê li dijî PKK'ê tên bikaranîn de pêşnûmepirsek dabû Serokatiya Meclisê. Serokatiya Meclisê pêşnûmepirsa Ûca qebûl nekir û bi hinceta ku "nêrîna takekesî" ye lê vegerand.
 
Di nivîsa Serokê Meclisê Mûsata Şentop de hat angaştkirin ku di pirsên 1 û 3'emîn de "nêrîna takekesî" yên Ûca hene û parast ku ev li dijî xala 96'emîn a rêziknameyê ye. 
 
'DERBASBÛNA QEYDAN A ÇEKÊN KÎMYEWÎ HAT ASTENGKIRIN'
 
Parlamenter Ûca, bertek nîşanî hewlesta Serokê Meclisê Mûstafa Şentop a li dijî pêşnûmepirsa xwe da û diyar kir ku vîna parlamentereke hatiye hilbijartin tune hatiye hesibandin û wiha got: "Ji bilî pêşîlêgirtina lêkolînkirina rastiyan û derbasî qeydan a angaşta bikaranîna çekên kîmyewî tu wateyeke astengkirinê tune ye."
 
PÊŞNÛMEPIRSA ÛCA
 
Ûca, bi daxwaza ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne pêşnûmepirs dabû Serokatiya Meclisê û xwestibû têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyanî bê dayîn.