Ercument Akdenîz: Pêdiviya Tirkiyeyê bi tifaqeke gel heye

img

STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, diyar kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi "tifaqa gel" heye û got: "Divê em di bin banê platformekê de ku navê wê çi dibe bila bibe, bibin yek. Gel li benda vê vebijêrkê ye." 

Qada siyaseta Tirkiyeyê têra xwe livdar e. Çûnhatina serokên partiyên Tifaqa Cumhûr û Tifaqa Gel, bangawaziyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û partiyên çepgir ên ji bo "rêya sêyem", nîqaşkirina 50+1 û hilbijartina pêşwext rojevên sereke ne. Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz nîqaşên tên kirin nirxandin. 
 
'ÊDÎ NIKARIN GIRSEYAN KONSOLÎDE BIKIN'
 
AKP-MHP li hemberî muxalefetê şertê ji sedî 50+1 danîbûn. Lê belê niha her du şirîkê di vî warî de bereksê hev diaxivin. 
 
Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, anî ziman ku bloga AKP-MHP'ê her diçe qels dibe û daneyên aborî û pirsgirêka debarkirinê ya gel jî vê yekê bileztir dikin. Ercumen got: "Ne bi zextan ne jî bi gotinên xwe yên revîzyonî êdî nikarin girseyan konsolîde bikin. Ji ber ku dizanin dê bi qanûna heyî ya hilbijartinê û şertê 50+1 ê ku ji bo pergala serokatiyê danîbûn nikarin fetlonekê derbas bikin, niha di warê pergala hilbijartinê de dets bi nîqaşan kirine. Lê tişta xuya dike ew e ku MHP û Bahçelî pir xwe nadin ber vê yekê. Ji lew re MHP naxwaze wê rola wê di wesfê mifteyê ya di nav bloga îqtidarê de ji dets biçe. Di vî warî de hê li hev nekirine. Ev nîqaş hemû piştî nîqaşên têkildarî girtina CHP'ê de bûn rojev. Îqtidar piştî HDP'ê girtina CHP'ê jî da ber nîqaşan û bi vê re hem gefan lê dixwe hem jî ji bo şirîkên wan ji dest wan neçin darikê xwe di pergala hilbijartinê re radikin. Lê hê pêvajoyeke dirêj li pêşiya me ye, em ê hê leqayî gelek formulan bên."
 
'GEL DADIKEVE QADAN'
 
Akdenîz, destnîşan kir ku ya ku çûna Erdogan diyar bike gel e û got: û got: "Em Partiya Kedê, di vî warî de bi awayekî hayjixwe diaxivin. Di hilbijartinên din de jî gava dihat gotin 'dê biçe', me li qadê hin lêkolînin kirin û me dît ku ne wisa ye. Lê ev hilbijartin bi rastî jî hilbijartineke pir cuda ye. Helandin û veqeqtîneke pir cidî heye. Karkerên AKP'î û MHP'î jî tevli civînên me yên gel dibin. Ew jî dibêjin 'êdî bes e.' Ev nîşaneyeke girîng e. Li gor şert û mercên heyî Erdogan jî, tifaqa AKP-MHP'ê jî û Bahçelî jî diçe. Lê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de jî hikûmeta AKP'ê bi tena serê xwe nebû îqtidar. Wê çaxê jî ev îş safî bûbû. Lê çi bû? Welêt ber bi tûneleke tarî ve hat hêlkirin, li ser hev du komkujî çêbûn. Paşê bi rejîma Rewşa Awarte re îqtidara AKP'ê cardin dest bi çewisandinê kir. Dê di vê heyamê de jî lêgerînek ji bo rejîma Rewşa Awarte hebe. Dê ev hilbijartin ne hilbijartineke wisa hêsan be. Dê du hêz çûn an jî mana Erdogan diyar bikin. Hêza ewil sermayeya hêza navneteweyî û bûrjûvaziya tirk e. Ji ber ku niha tercîhên wan di vî warî de ne, piştgiriyek ji bo Tifaqa Gel heye. Lê ger Erdogan ji bo qewîkirina îqtidara xwe formulekê bibîne, dibe ku cardin vegere wê pozîsyona xwe ya berê. Hêza dudoyan jî gel e. Ya diyarker gel e û hêdî hêdî dadikeve qadan."
 
Akdenîz, di vî warî de bal kişand ser rewşa muxalefetê ku çi qasî ji bo heyama piştî çûna Erdogan amade ye û got: "Gava mirov li bernameya aboriyê ya Tifaqa Cumhûrê û Tifaqa Gel dinerin, pêbaweriyekê dide sermayeya navneteweyî, îstikrarê wead dike û xalîçeyên sor li bin nigên sermayeyê dardixe. Yek dibêje 'em ê vê bi pergala serokatiyê' û yê din jî dibêje 'em ê bi pergala parlementeriyê ya zeximkirî' bikin. Halbûkî ya esas ew e ku mirov baweriyekê li karkeran û kedkaran peyda bike." Akdenîz, anî ziman ku lê belê ew di nav Tifaqa Gel de hin kesên ji qulûbên patronan hatine hene û got: "Tirkiye tenê ne 5 çeteyên li dor AKP'ê çîr bûne. Hin nûnerên qulûba patronan jî berê Tifaqa Gel bi awayekî cuda diyar dikin. Sermaye ji bo îqtidara xwe bidomîne, projeyeke restorasy0onê ye, pergala sermayeyê ya cîlakirî ye. Yanî dê di vî warî de ne pir cuda be. Tew dê bernameya Kemal Dervîş bê. Ev bername, ji bo kedkaran bernameyeke dijwar e. Dê bibêjin 'AKP'ê ev welêt tarûmar kiriye, rûxandin heye' û dê bi vî awayî doza wext bikin. Dê di vê demê de jî ji bo sermayeya navneteweyî derfeteke bêsînor kedxwariyê bê afirandin. Divê gel vê yekê red bike."
 
'BÊYÎ KURDAN NE PÊKAN E'
 
Akdenîz, bal kişand ser nîqaşên CHP'ê yên bi hin partiyên muxalafetê re ji bo pergala parlementeriyê û nedaxilkirina HDP'ê ya nav van nîqaşan û got: "Di vir de riyakarî heye. Hêzên ku dixwazin Tirkiye ji nav lepên rejîma yekzilamî bê derxistin li hev kom dibin, lê ev kes dizanin ku bêyî HDP an jî rayên gelê kurd dê ev pergal neguhere. Ji gelê kurd re dibêjin 'hûn xwe bidin alî, hûn raya xwe bidin me. Em ê vê pergalê biguherînin.' Divê rayên kurdan ne di berîkê de bin. Ev ne nêzîkatiyeke rast e. Tifaq divê zelal, xwedî rêgez bin û hemû gelan bihebînin. Kiliçdaroglû got, 'Li vî welatî meseleya kurdî heye. Cihê çareserkirina vê meseleyê Meclîs e. HDP, partiyeke rewa ye û em ê vê yekê li Meclîsê bi HDP'ê re nîqaş bikin.' Ev daxuyaniyek girîng bû, lê madem hûn ê bi HDP'ê re meseleya kurdî nîqaş bikin, nexwe çima HDP ne di nav tifaqê de ye?" 
 
Akdenîz, destnîşan kir ku bêyî rayên gelê kurd pir zehmet e ku Tifaqa Gel karibe rejîma yekzilamî biguherîne û got: "Yanî kurd xwedî rolekî mifteyî ne. Dê hilbijartina seorkatiyê û parlementeriyê çêbibe. Di hilbijartin serokatiyê de, ji bo çûna yekzilamî tenê ne HDP, em jî amade ne û çi bikeve ser milê me em hazir in. Em ji bo hilbijartina parlementoyê, divê blokeke demokrasiyê ava bikin ku çîna karkeran, hêzên demokrasiyê û gelê kurd di nav de."
 
PÊDIVÎ BI TIFAQEKE GEL HEYE'
 
Akdenîz, ji bo bangawaziya 'Tifaqa Demokrasiyê' ya HDP'ê jî ev tişt gotin: "Pêdiviya Tirkiyeyê bi tifaqeke gel heye. Divê em derî tifaqên Cumhûr û Gel, tifaqeke gel çêbikin. Divê em di bin banê platformekê de bibin yek. HDP wê wekî rêya sêyem, em jî wekî vebijêrka sêyem bi nav dikin, lê navê wê çi dibe bila bibe divê em di bin banê platformekê de bibin yek. Gel li benda vê vebijêrkê ye. Pêdivî bi rêvebiriyeke ku vîna gel di rêvebiriyên xwecihî û di Meclîsê de xwe bide der heye. Heya ku pergala tayinkeran bidome, li Tirkiyeyê rêvebiriyeke demokratîk ne pêkan e. Bêyî ku bi derengî bikeve divê em vebijêrka tifaqeke xwedî rêgez çêbikin. Cihê sereke yê tifaqê qad in. Divê em beriya hilbijartinê vê yekê pêk bînin." 
 
Akdenîz, bal kişand ser rewşa hêzên çepgir û sosyalîst jî. Akdenîz destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de pêdivî bi tifaqeke gel heye û divê hêzên çepgir û sosyalîst jî di vî warî de têkoşîna xwe xurt bikin.
 
Akdenîz di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Rejîma yek zilamî ji bo pergala faşîst bidomîne hê jî tevdigere. Lewma divê hêzên çepgir û sosyalîst ên vî welatî têkoşîna xwe û yekîtiya xwe xurt bikin. Ger di hilbijartinê de Tifaqa Gel bibe îqtidar jî, pir ne pêkan e ku hêzên sosyalîst daxilî nav vê blogê bibin. Dê karê me li kuçe û qadan bidome. Pergala parlementeriya zeximkirî dê nikaribe tevahiya pirsgirêkan çareser bike. Berê jî pergala parlementeriyê hebû. Pêdivî bi rêvebiriyeke din a gel heye. Hatina cem hev a sosyalasîtan girîng e, lê pêdiviya niha avakirina tifaqeke gel a li gor daxwazên gel e." 
 
MA / Kadîr Guney