Ji Wezîr Gul daxuyaniya malbata Şenyaşar: Lêkolîn berdewam dike

img
ENQERE - Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul têkildarî lêpirsîna malbata Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire wiha got: “HSK di vê mijarê de kontrolkirina pêwist dike, lêpirsînek heye.”
 
Di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê de hesabên teqez ên 2020’an ên Wezareta Edaletê û saziyên girêdayî wê û muzakereyên budçeyê yên sala 2022'an qediyan. Di hevpeyivînan de tişta ku herî zêde hat behskirin ew bû ku baweriya welatiyan bi “edaletê” nemaye bû. Her wiha guhertina qanûna înfazê, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweşên giran ku ji ber biryarên Saziya Tiba Edlî (ATK) berdana wan tê astengkirin, hat destnîşankirin. 
 
Di beşa dawî ya komîsyonê ya pirs û bersivan de hin pirsên parlementerên muxalefetê hatin bersivandin, hat diyarkirin ku pirsên din jî wê wezîrê dadê Abdulhamît Gul bi nivîskî bibersivîne. Wezîr Gul bersiv neda pirsên têkildarî Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê wan de biryara binpêkirinê da. Gul, sedema nebersivandinê jî wekî ku girêdayî rêveberiyê be aşkera kir. 
 
‘LI ÇEND JINAN DOZ HAT VEKIRIN?’
 
Parlementera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, hejmara jinên ku di 5 salên dawî de ji ber qanûna bihejmara 2911’an derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin û hejmara jinên ji ber “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin pirsî. 
 
HEVDÎTINÊN VEKIRÎ DEST PÊ DIKIN
 
Gul, têkildarî rexneyên derbarê ATK’ê de wiha got: “Li ser vê mijarê li raporeke zanîstî tê gerandin. Ev mijar ne bi biryara dadgerekî/ê , bi biryara bijîşkekî/ê tê encamgirtin. Ne têkildarî rapora îdarî ye, têkildarî bijîşkê/a sonda hîpokrat xwariye.” Gul, ragihand ku wê di 1’ê Mijdarê ve li girtîgehan hevdîtinên vekirî dest pê bikin. 
 
‘LI HSK’Ê LÊPIRSÎNEK HEYE’
 
Gul, têkildarî malbata Şenyaşar jî wiha axivî: “Dozgerî lêpirsîna xwe bi lêkolînkirin û aşkerakirina delîlan ronî dike. Ne rast e ku mirov li ser pêvajoyeke ku didome şirove bike. HSK, di vê mijarê de kontrolkirina pêwîst dike. Di lijneyê de niha lêkolînek heye. Em şopdarên mijarê ne. Di serî de malbat, hemû beşên civakê, li bendê ne ku dema lêpirsîn bi dawî bû, wê encameke ku em hemû jê razî be derkeve.”