HDP wê di qadê de bi gel re têbikoşe

img
ENQERE - HDP ya ku li dijî bihabûna dowîz, qeyrana aborî û siyasî xwebatên xwe li qadê didomîne, wê li qadê daxwaza gel bîne ziman û wê bi welatiyên derdikevin kolanan re têbikoşe.
 
Daxuyaniyên Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan ên “Faîz sedem e, enflasyon encam e” û daxistina faîzê ya Bankaya Navendî bûn sedemê bihabûna dowîz û windakirina nirxê pereyê tirk. Li ser bihabûna dowîzê muhalefet kete nava liv û tevgerê û banga xwe ya “hilbijartina pêşwext” weke “hilbijartineke lezgîn” formule kirin. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî ji bo nîqaşkirina rêyeke çawa bimeşînin, bi lezgînî Desteya Rêveberiya Navendî ya partiyê (MYK) li hev civiyan. Sancar ragihand ku wan “Navenda Koordînasyona Krîzê” ava kirine û bang li mûxalefetê kir ku bi hevparî pêşniyaznameya “hilbijartinê” pêşkêşî Meclîsê bikin. 
 
NAVENDA KOORDÎNASYONA QEYRANÊ 
 
Yekane rojeva MYK’a HDP’ê bû “qeyrana aborî û bandora wê”. Her wiha di civînê de hin biryar hatin girtin. “Navenda Koordînasyona Qeyranê” ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê jî di nav de ne, wê ji 7 kesan ava bibe û di pozîsyoneke ku hemû pêşketinan 24 saetan lêkolîn dike, analîz dike û dinirxîne de wê xebatên xwe bidomîne. 
 
MÎTÎNGA MÊRSÎNÊ 
 
HDP ya di çarçoveya “Tifaqa Demokrasiyê” de xebatên xwe didomîne, wê di hevdîtinên qadê de bi berteka gel a “Em nikarin debara xwe bikin” daxwaza xwe ya hilbijartinê hêj zêdetir bike. Di mîtînga Mêrsînê ya beriya niha hatibû plankirin di 28 'ê Mijdarê de bê lidarxistin de wê daxwaza îstifaya hikûmeta ku welat xist nava krîza aboriyê bê kirin û daxwazên gel ên ji bo sindoqê bên dengdan. Ji ber vê yekê di mîtînga Mêrsînê ya beriya niha hatibû plankirin di 28’ê Mijdarê de bê lidarxistin de, daxwaza îstîfaya hikumeta ku welat xistiye nava qeyrana aboriyê bê kirin û daxwazên gel ên ji bo sindoqê dê bên bilêvkirin. 
 
HEVDÎTINA BI MUXALEFETÊ RE
 
Di çarçoveya banga Hevserok Sancar a ji bo pêşniyaznameya hilbijartinê de HDP wê di rojên pêş de bi rayedarên mûxalîf re hevdîtinê bike û bixebite. 
 
TÊKOŞÎNA BI HEV RE 
 
HDP’ya ku piştevaniya bertekên “AKP îstîfa” ên civakê dike wê bi awayekî aktîf li dijî her hewldana astengkirina bertekên gel û li kêleka welatiyên ku daketin kolanan wê têbikoşe. 
 
DIVÊ HEVDÎTINÊN BUDÇEYÊ WERIN RAWESTANDIN
 
Di MYK’ê de hat destnîşankirin ku hevdîtinên budçeyê ên li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê didomin bê wate bûne û divê hevdîtinên budçeyê demildest werin sekinandin. MYK’a HDP’ê diyar kir ku pêwistî bi budçeyeke nû heye û biryar da ku wê di vê mijarê de bi awayekî bandor mûxalefetê bikin.
 
WÊ PLANSAZÎ WERE RAGIHANDIN
 
HDP, wê plansaziya xwe ya çalakiyan a li dijî qeyrana aboriyê û xizaniyê jî piştî du rojan bi raya giştî re parve bike.
 
MA / Berîvan Altan