HDP: Tirkiye dixwaze civaka Êzidî qir bike

img
 
ENQERE - HDP'ê kuştina Merwan Bedel a ji aliyê Tirkiyê ve pêk hat şermezar kir û got: ''Dixwazin karê ku DAIŞ'ê nîvco hiştî temam bikin.''
 
Hevberdevkên Karê Derve yên HDP'ê Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy derheqê kuştina Hevserokê Konseya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel, ku bi destê Tirkiyê hate kirin daxuyaniyek nivîskî belav kir. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Merwan Bedel li dijî êrişa qirker a li ser Êzîdiyan ji bo parastina gelê Şengalê gelek têkoşîn daye û têkilî kuştina Bedel wiha got: ''Ev êriş sûcê şer e û em şermezar dikin. Êrişên bi vî rengî yên li ser Êzîdiyan ku têne maneya domandina qirkirina ku DAIŞ'ê nekarî temam bike, binpêkirina mafê mirovan e, dermirovî û derexlaqî ye. ''
 
'QIRKIRINA DAIŞ'Ê TEMAM DIKE' 
 
Hevberdevkan di daxuyaniyê de wiha gotin: ''Diyar e ku hin kes dixwazin karê ku DAIŞ'ê nîvco hiştî temam bikin. Em aşkere dibêjin: Hikûmeta Tirkiyê ji civaka Êzîdî yê Şengalê çi dixwaze? Hûn bombekirina a mirovên sivîl, li gel zarokan, qetilkirina wan dikarin çawa vebêjin?''    
 
Hevberdevkan herî dawî bang li hikûmeta Iraqê kir ji bo êrişên wiha dubare nebin tevdîr werin standin û her wiha bang li her kesê ji xwe re dibêjin mirov piştgiriyê bidin têkoşîna manûnemanê ya civaka Êzîdî yên li Şengalê.