‘Çavkaniya krîzan tecrîdkirina Ocalan û civakê ye’

img
WAN - Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan diyar kir ku di bingeha hemû krîzan de neçareserkirina pirsgirêka kurd û tecrîdkirina Ocalan heye. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Wanê têkildarî êrişên li ser partiya xwe û pirsgirêkên xwecihî bi rojnamevanan re civiya. Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî kirin, Hevserokên HDP’a Wanê Fîkret Dogan û Handan Karakoyun û rêveberên HDP’ê beşdarî civînê bûn. 
 
‘BINGEHA HEMÛ KRÎZAN TECRÎD E’ 
 
Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Di civînê de axivî û diyar kir ku di salên dawî de tundî û şer zêde bûye û vê yekê rê liber rûxandinên civakî vekiriye. Dogan anî ziman ku êdî AKP nikare welat birêve bibe û tevahiya hemû krîzên li welat diqewimin bingeha xwe ji neçareserkirina pirsgirêka kurd û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan digire. Dogan anî ziman ku ev tecrîd di heman demê de li ser civakê tê sepandin û xwest tecrîd were rakirin û şertûmercên girtîgehan were başkirin û girtiyên nexweş jî demildest werin berdan. 
 
‘DIVÊ HEMÛ GIRTÎ WERIN BERDAN’ 
 
Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun jî diyar kir ku sala 2021’an bi her awayî salek zor derbas bû û tevahiya sala wan bi neheqî û zilmê re derbas bûye. Karakoyun jî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên li girtîgehan tên kuştin û daxwaz kir ku girtiyên nexweş û siyasî hemû tavilê werin berdan. Karakoyun bal kişand ser zext û êrişên li ser HDP’ê jî û got îqtidar eşkere li dijî partiya wan û têkoşîna jinan dijminatiyê dike. Karakoyun xwest ku ji bo tevahiya pirsgirêkên li welat demildest çareserî were dîtin. 
 
‘QEYÛM DIZIYÊ DIKIN’
 
Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci yê qeyûm danîne şûna wî jî anî ziman ku ew di pêvajoyek tarî de derbas dibin û bi tayînkirina qeyûman û neheqiyên her roj tên kirin civak hatiye tecrîdkirin. Avic bal kişand ser talan û diziya qeyûman û got qeyûm pêkanîn sosret dikin û li dijî îradeya gel biryaran digirin. 
 
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.