Dibe ku ji bo Yasîn Eneç jî bibêjin 'întihar' kiriye

img
ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, ji bo girtî Yasîn Eneç ku li Girtîgeha Tekîrdagê îşkence lê hatibû kirin got ku heke bibêjin "întihar kiriye" divê ev daxuyanî neyê qebûlkirin. 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan li meclisê civîneke çapemeniyê li dar xist. Gergerlîoglû, diyar kir ku ji bo binpêkirinan ne Wezareta Edaletê ne jî Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclisê tiştek nake û wiha got: "Ji ber vê ez jî li kursiyê meclisê binpêkirinên mafan aşkera dikim û helwl didim bibim dengê mexdûran.
 
 SÎLÎVRÎ
 
Gergerlîoglû, diyar kir ku ji girtîgehên hejmar 5, 3 û 7 ên Sîlîvriyê gelek serlêdanan girtiye û ev agahî dan: "Xizmeke girtî dibêje ku li qawişa ava germ tuneye, kalorîfer naxebitin, xwarin cemidî ne û kêm in, jiyan li girtîgehê zehmet e. Girtiyên ku di bin şertê zor de dijîn, ji ber van şertan gelek nexweşiyên mîna pençeşêr û weremê li wan peyda bûne. Pêkanîna hevdîtina bidîmen a li gelek girtîgehan ketiye dewrê jî bi irsgirêk e. Destûr nayê dayîn ku girtiyên siyasî ji vê sûd werbigirin. Ji girtiyên edlî jî ji bo vê pêkanînê 200 TL dixwazin."
 
BAKIRKOY
 
Gergerlîoglû, da zanîn ku girtiya bi navê Jiyan Erdînç ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê li B-3'yê tê girtin ji qalçika xwe hatiye emeliyatkirin. Di nigê wê de platîn heye û bi daran dikare xwe li ser piyan bigire. Nikare daşira alaturka bi kar bîne û li hucreya yekkesî tê girtin. Hê jî klozet nedanê."
 
TEKÎRDAG
 
Di berdewamê de Gergerlîoglû, destnîşan kir ku li Girtîgeha Tekîrdagê ya Wedat Erkmen lê întihar kir, mafên hevalên qawişê yên Erkmen jî tê binpêkirin û ev tişt anîn ziman: Girtiyê bi navê Yasîn Eneç dibêje ku gelek mafên wî hatine binpêkirin. Gotiye ku dibe pêvajoya Erkmek bijî lê ew qet întiharê nafikire û heke daxuyaniya întiharê bê dayîn ji raya giştî xwestiye ku kes jê vê daxuyaniyê bawer neke. Di 17-18'ê kanûnê de bi çôyan li Eneç dane û wî avêtina odeya bisingêr. 4 lêpirsînên dîsîplînê lê vekirine. Jê re gotin, 'Terorîstê pîs mafê kesên mîna te yê jiyanê nîne'. Di rewşeke ne baş de Eneç birine hevdîtina parêzer. Daxwaznameyên wî nekiriye meriyetê."